Ji hîndekaran ji bo malbatan pêşniyar: Betlanê veguherin derfetê

  • 09:11 3 Tebax 2019
  • Rojane
HATAY - Şêwirmenda Perwerdehiyê Nurcan Ordek diyar kir ku betlaneya havînê di têkiliyên zarok û malbatan de derfeteke girîng e û got ji bo betlane xweş derbas bibe divê zarok di faliyetên civakî, çandî, sportîf de cih bigire.
 
Pêvajoya betlaneya havînê didome û der barê ku betlane çawa bê nirxandin de malbat planan dikin. Pispor û şêwirmend jî daxuyakirin ku betlaneya ku li gorî temen û taybetiyên zarokan hatine diyar kiriye, piştgiriyeke mezin didin pêşketina civakî, hestyarî, zîhnî ya zarok.
 
‘Di vê pêvajoyê de li şûna teknolojiyê berê xwe bidin xwezayê’
 
Şêwirmenda perwerdehiyê Nurcan Ordek bi lêv kir ku bi taybet xwendekarên pola 8 û 12’emîn ji tempoyeke mezin a ezmûnan dest bi betlaneya havînê dikin û ev pêşniyar kir: “Dikarin bi hobî û mijûlbûnên ku xwe nas dikin re eleqeder bibin. Ev mijûlbûn, ji xwendina pirtûkan bigirin heta temaşekirina fîlman, karên kolektîf ên bi malbatan re ne. Hûn dikarin planên betlaneyê bi daxwaz û hobiyên xwe bi malbata xwe re pêk bînin. Ev pêvajo divê ji bo we kêfxweş û bi coş be. Divê hûn tiştan fêr bibin. Hûn dikarin di karê baxçeyan de bi malbata re bixebitin. Bi xwezayê re eleqeder bibin. Hûn dikarin tevlî qursên havînê bibin. Hûn dikarin planên ji bo perwerdeyê bikin. Pêşniyara min a herî mezin ev e ku ji teknolojiyê dûr bin.”
 
‘Divê mijara betlaneyê qurs be’
 
Nurcanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku têkiliya rast a di navbera zarok û malbatan de gelek girîng e û got divê ev derfet baş bê plankirin û wiha got: “Betlaneyê ji bo zarokên xwe baş binirxînin û wek derfet bibînin. Divê mijara betlaneyê ders be, dersên ku zarokên we tê de qels in, bila pêş bixînin. Divê plan û bernameyên ku hûn dikin bên axaftin. Hobiyên xwe li zarokan ferz nekin. Ji teknolojiyê dûr bigirin. Dema xwe heta hûn dikarin kêfxweş derbas bikin.”