Dayika Aştiyê Havva Kiran: Em ê kolan bi kolan bigerin û kampanyayê vebêjin

  • 09:06 3 Tebax 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran wiha got: “Bila jin mafên xwe biparêzin, têbikoşin. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal bigerin û kampanyayê vebêjin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî qirkirina jinê, kuştin, îstîsmara zarokan û komkujiya xwezayê di 19’ê Tîrmehê de bi dirûşma ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ kampanya da destpêkirin. TJA’yê di çarçoveya kampanyayê de bernameya çalakî û bernameyan a 6 mehan diyar kir. Meclîsa Dayikên Aştiyê piştgirî dan kampanyayê û diyar kirin ku wê xebatên kampanyayê bimeşînin. Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran, girîngiya kampanyayê û piştgiriya ji bo kampanyayê vegot.
 
‘Laçikên me yên sipî rûmeta me ye’
 
Havvayê bi bîr xist ku di şerxê Leyla Guven de bi hezaran kes ketin greva birçîbûnê û di vê pêvajoyê de dayikên laçiksipî li kolanan ji bo zarokên xwe li berxwe dane û got: “Di rojên borî de li Stenbolê rûniştina dayikên laçiksipî hat dîtin û dozger der barê dayikên laçiksipî de wiha got ‘Laçikên sipî bi kar anîn, ajîstasyon kirin, bi laçikên sipî niyeta baş a gel binpê kirin.’Em van gotinên dozger şermezar dikin. Dayikên laçik sipî ji bo zarokên wan nemirin, têkoşîn dan. Ji ber vê îro pasaportên wan tên betalkirin. Der barê wan de doz tên vekirin. Dayikan ji bo zarkên xwe bedena xwe kirin mertal. Nexwestin ji girtîgehan cenaze derkevin. Dozgerê Stenbolê bi çi mafî ziman dirêjî laçika dayikan dike? Gelo dozger wateya laçika sipî dizane? Laçika Sipî aştî ye, çareserî ye. Yên ziman dirêjî laçika sipî bikin li alî şer in. Dayikan bi laçikên sipî mirin dan sekinandin.”
 
‘Em piştgiriyê didin kampanyaya TJA’yê’
 
Havvayê bi lêv kir ku divê dozgerê Stenbolê lêborînê ji dayikan bixwaze û balkişand ser kampanyaya TJA’yê ya li dijî şîdeta li ser jinan hatiye destpêkirin û got ew wek dayik piştgiriyê didin kampanyayê. Havvayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her cureyê şîdet û zextên li ser jinan di şexsê jinan de vala hat derxistin. Ez nêzî 65 salî me. Ez jî wek her jinekê rastî tacîz û zextên mêran hatim. Li kolanan em rastî şîdeta dewletê hatin. Divê her cureyê şîdeta li ser jinê bi dawî bibe. Gotinên dozgerê Stenbolê ji bo me jinan heqaret e. Em ê li dijî qetilkirina jinan, gotinên zayendperest têbikoşin.”
 
‘Bi nêrînan jî jin tacîz kirin’
 
Havvayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew wek dayikan wê tevlî çalakî û bernameyên TJA’yê bibin û got: “Çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal bigerin û kampanyayê vebêjin. Tenê bila jin rabin ser piyan û têbikoşin. Bila li dijî êrîşa mêran serî netewînin. Bila jin rabin ser piyan û têbikoşin. Jin li kolanan tên kuştin. Jinek ji ber destberdanê divê neyê qetilkirin. Kes li dijî vê tiştekî nabêje. Bila jin mafên xwe biparêzin.”