Bêrîvan Xalid: Hevgirtina gelan ew ê bibe bersiva li dijî êrîşan

  • 09:05 3 Tebax 2019
  • Rojane
Binevş Sarya-Berçem Cûdî
 
EYN ÎSA - Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid di çarçoveya geşedan û rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hêza herî teror di cîhanê de bi ser ketin. Baweriya me bi hêza hevgirtina gelan heye ku wê li dijî hemû gef û êrîşan bibin bersiv û xakên xwe biparêzin. Hevgirtina gelan ew ê bibe bersiva li dijî êrîşan." 
 
Di çarçoveya gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya raya giştî li hemberî gefan, Hevseroka Desteya Rêveber ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid bi riya hevpeyvîneke taybet bersiv da pirsên ajansa me.
 
*Dewleta Tirk, hêza xwe ji ku derê digire ku her roj gefan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe?
 
Dewleta Tirk hêza xwe ya yekemîn ji bêdengiya cîhanê û raya giştî digire. Tecrûbeya Efrînê li ber çavan e ku ev bajar 58 rojan berxwedaneke bê hempa nîşan da. Her wiha El Bab, Ezaz, Cerablûs û di roja îro de Idlib jî di bin dagirkiya Tirkiyê de ne. Lê mixabin ku bêdengiyeke lal ji aliyê cîhanê tevahî de heye û tu helwestên ber bi çav tune ne. Dewleta Tirk hêza xwe ya duyemîn ji koçbera digire. Ewropayê tehdît dike û dibêje ez ê deriyan vekim ha. Ya din jî Tirkiye bi riya ola Îslamî bi hest û ramanên gel dilîzê ku xwe dide xuyakirin qaşo Îslamê diparêzê. Weke Rêveberiya xweser hêviyeke me heye ku gelên me yên ji Sûriyeyê koçber bûne vegerin welatê xwe. Erdogan ango hikûmeta AKP'ê di bin navê parastina wan de, gelê Sûriyeyê li dijî hev bi kar tîne  ku berjewendiyên xwe bi cih bîne. Welatê me rastî şerekî pir mezin hat, gelek bajarên me bi salan di bin desthilatdariya DAIŞ'ê de man, lê niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Dêrikê heta Dêrezorê xaka xwe em diparêzin û em rewşeke bi ewle dijîn. Loma em dibêjin gelê me yê ku ji bo parastina xwe ji şer koçber bûne, niha dikarin vegerin ax, çand û koka xwe.   
 
Erdogan rojane pesnê xwe dide ku wî koçber li cem xwe girtine, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin sîwana Rêvberiya Xweser de yek ji mezintirîn kampên koçberan (Kampa Holê) heye û hûn vê yekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar nîni. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
 
Hemû kamp ango malên ku koçberan biparêzin rolek mirovî ye û pêwîst nake her car mirov wan koçberan weke kaxizeke zextê ji bo xwe bi kar bîne. Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek kamp hene, niha li xakên me ji milyonekê zêdetir penaber dijîn. Di Kampa holê de nêzî 30.000 kes xelkê Îraqê ye û yên mayî jî hemû gelê Sûriyeyê ye. Em hemû zarokên vê axê ne, em nikarin gelê me yê Sûriyeyê ku ji ber rewşa şer ji bajarên xwe neçarî koçberiyê bûne, îro hatina wan a li cem me bikin minet. Kesên ku koçberan ji bo xwe bi kar bînin, wateya mirovahiyê li cem wan dikeve, loma em ê tu carî xwe bi wan kesan re nedin ber hev. Weke Rêveberiya Xweser pîvan, felsefe û paradîgmaya me ku wekheviya gelan û netewa demokratîk bingeh digire, em erkdar in ku hemû kesên mexdûr biparêzin.
 
Herêma qaşo bi ewle ku dewleta tirk behsê dike , hûn çawa dibînin?
 
Ji bo herêma bi ewle peyama me weke rêveberî û hêzên leşkerî jî diyar e. Heger herêmeke bi ewle were avakirin, di destpêkê de divê keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê biparêzin.  Ya din heger rola dewleta Tirk tê de hebe em qebûl nakin. Divê dewleta tirk ji Ezaz, El Bab, Cerablûs û Efrînê vekişe. Tirkiye û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê cîrantiyeke ewqas sal bi hev re dikin. Erdogan behsa parastina sînor û ewlekariya hundirîn dike, lê em dibînin ji destpêka şoreşê heta niha dewleta Tirk roleke erênî nelîstiye. Hêzên me yên parastinê jî tu caran êrîşî Tirkiyê nekirine, tenê em dixwazin ku xaka xwe biparêzin. Çeteyên DAIŞ'ê ji ku derê hatin? Ji sînorên kîjan dewletê derbasî xakên me bûn?.Me tu caran zirar li cîranên xwe nekiriye, loma em bi hêvî ne ku ew jî heman nêzkatiyê nîşan bidin. Ji bo herêma bi ewle jî em amede ne, lê tenê bi şertên ku di bin çavdêriya hêzên navnetewî de ne, bi parastina keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be û bi vegera bajarên ku hatine dagirkirin.  
      
Ji bo gefên li ser axa Sûriyeyê, gelo têkiliyên we bi Rêjîma BAAS'ê re hene, bi taybet piştî ku daxuyanî dan û diyar kirin ku ew dagirkeriyê qebûl nakin?
 
Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê bi giştî û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet helwesta me diyar e. Em bi diyaloga Sûrî-Sûrî re ne ku em pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Heta astekê hevdîtin di navbera me û Rêjîma Sûriyeyê de çêbû, lê heta niha jî tu bertekên cidî û berbiçav ji aliyê wan de nehatiye kirin. Em dubara jî dibêjin kesên ku dixwazin bi me re diyalogê bikin û bi taybet Rêjîma BAAS'ê em amade ne. Ji ber ku em naxwazin êdî şer li qadên me çêbibe, ev neh sal in gelê Sûriyeyê bedelên giranbuha dane. Ji vir û şûnde em dixwazin li herêma ku herî zêde di Sûriyeyê de bi ewle û bi ewle bimîne jî biparêzin. Loma em ji hevdîtin û diyalogên Sûrî-Sûrî re yên bi encam amede ne. Em parçeyek ji Sûrî ne û pirojeya me ne yekperestî ye. Em weke Rêveberiya xweser a demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîvanên me netewa demokratîk, wekheviya gelan û avakirina Sûriyeke demokratîk û ne navendî armanc dikin.
 
Di zagonên cîhanî de nabe dewletek axa dewleteke din dagir bike, ango sînorên wê derbas bike. Çima dagirkirina dewleta Tirk ji xakên Sûriyeyê re hatiye rewakirin û raya giştî bê deng e?
 
Di zagon û belgeyên navneteweyî de nabe sînorên dewletan werin tecawizkirin, lê me dît ku li Efrînê dîwarê parçekirinê hat lêkirin. Hemû rêxistin, sazî û dezgehên ku qaşo mafên mirovan diparêzine li hember rastiya qutkirina Efrînê ya ji Sûriyeyê, tu helwest nehat nîşankirin. Dewleta Tirk ewqas tundî  li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike lê li ber çavên cîhanê dike. Heger tu kes li pêşiya liv û tevgera dewleta Tirk nesekine, helbet wê ji xwe re her tiştî rewa bibîne. AKP di qeyranên civakî, siyasî, diplomasî û aborî re derbas dibe. Bi taybet piştî hilbjartinên şaredariyên Stenbolê  ku partiyeke cuda bi ser ket û derbe li desthildariya AKP'ê ya bi salan xist, qeyrana di nava AKP'ê de kûrtir bû. AKP dixwaze bi gefên ku niha dide xwarin bala raya giştî û gelê Tirkiyê jî ji ser aloziya ku dijîn rake û qeyrana xwe derbasî xaka me bikin. Gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne nû ne. Em li dijî van gefan her li berxwe didin. Gelê me li hemberî hêza terora DAIŞ'ê bi ser ketin. Di vê rojê de jî baweriya me bi hêza hevgirtina hemû gelên li Sûriyeyê dijî heye ku li dijî hemû êrîş û gefan bibin bersiv û xakên xwe biparêzin. Hevgirtina gelan ew ê bibe bersiva li dijî êrîşan