Eyşe Sîdo: Komkujiya Şengalê sûcê mirovatiyê ye

  • 09:03 3 Tebax 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzidî ya Herêma Efrînê Eyşe Sîdo komkujiya 3'ê Tebaxê bi bîr anî û got: "Rêya xilaskirina ji fermanan, Netewa Demokratîk e. Komkujiya Şengalê sûcê mirovatiyê ye. Em ê destûrê nedin ku careke din komkujî li dijî Gelê Kurd pêk bê." 
 
Di 3'ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kirin û zarok, jin pîr û kal bi tundî qetil kirin û hemû şêwazên tundiyê li ser Êzidîyên Şengalê meşandin. Bi boneya salvegera 5’emîn a komkujiya Şengalê Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Efrînê Eyşe Sîdo ji ajansa me re axivî û got: "Em bejna xwe li hember hemû pakrewanên azadiyê yên ku canê xwe fedayî gelê Şengalê kirin  û ji destê dijmin rizgar kirin ditewînin. Fermana ku bi serê gelê Şengalê hat kirin em ê ji bîr nekin. Em ê her dem li dijî qirkirinê li berxwe bidin."
 
'Her û her ferman bi serê gelê Kurd de tê '
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Eyşe bal kişand ser planên dijmin ên li ser gelê kurd û tunekirinê û wiha got: "Bi destê dewleta Tirk ferman û komkujî li ser gelê kurd çêdibin. Şengal, Kobanê û Efîrnê jî dwleta Tirk her êrîş li ser pêk anî. Heta roja îro gelê kurd di fermanan de derbas dibin. Li Efrînê jî komkujiya Şengalê pêk anîn û berdewam dikin. Dixwazin li Şehbayê jî ev ferman pêk were, lê em ê bi rêxistina xwe li hember vê yekê bisekinin û qebûl nekin."
 
'Em ê bi rêxistina xwe bibin bersiv li hember fermanan'
 
Eyşeyê diyar kir ku jinên Kurd ên Êzidî xwe bi rêxistin dikin û li ser bingeha Netewa Demokratîk xwe perwerde dikin û wiha dom kir: "Pergala Netewa Demokratîk fikrê azad û jiyana wekhev dipejirîne. Ji ferman û qîrkirinê me diparêze, li her deverekê ku em dijîn em ê berxwedana xwe bidomînin û rêxistina xwe xurtir bikin ji bo em li hember fermana bibin bersiv."
 
'Fermana Şengalê tu carî em ji bîr nakin'
 
Eyşeyê bi lêv kir ku dijmin ne tenê dixwaze fikirê Netewa Demokratîk qir bike û wiha got: "Dijmin her Gelê Kurd hedef digire. Ji ber ku gelê Şengalê xwe bi rêxistin û bi perwerde nekiribûn, bi komkujiyek mezin rû bi rû hatin hiştin. Ev yek nîşan dide dijmin dixwaze hemû gelê kurd tune bike. Qêrîna dayikên Şengalê heta îro di guhê me de ye, ev ferman tu carî nayê jibîrkirin. Fermana Şengalê tu carî em ji bîr nakin."
 
'Berxwedana me wê bidome'
 
Di dawiya axaftina xwe de Eyşeyê bang li hemû Êzidîyan û bi taybet jinana kir ku xwe bi rêxistin û perwerde bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Rêya xilaskirin û parastina xwe ji fermanan Netewa Demokratîk e. Em jinên Êzidî li Şehbayê xwedî li civak û rêxistina xwe derkevin. Wê berxwedana me bibe bersiv ji dijmin re. Tu ferman nikare îradeya me têk bibe. Rêya xilaskirina ji fermanan, Netewa Demokratîk e. Komkujiya Şengalê sûcê mirovatiyê ye. Em ê destûrê nedin ku careke din komkujî li dijî Gelê Kurd pêk bê. Em bejna xwe li hember hemû pakrewanên azadiyê yên ku canê xwe fedayî gelê Şengalê kirin  û ji destê dijmin rizgar kirin ditewînin. Fermana ku bi serê gelê Şengalê hat kirin em ê ji bîr nekin. Em ê her dem li dijî qirkirinê li berxwe bidin."