ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2019'AN
- 09:00 3 Tebax 2019
- Rojev
*Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzidî ya Herêma Efrînê Eyşe Sîdo komkujiya 3'ê Tebaxê bi bîr anî û got: "Rêya xilaskirina ji fermanan, Netewa Demokratîk e. Komkujiya Şengalê sûcê mirovatiyê ye. Em ê destûrê nedin ku careke din komkujî li dijî Gelê Kurd pêk bê." DÎMEN HEYE
*Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid di çarçoveya geşedan û rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hêza herî teror di cîhanê de bi ser ketin. Baweriya me bi hêza hevgirtina gelan heye ku wê li dijî hemû gef û êrîşan bibin bersiv û xakên xwe biparêzin. Hevgirtina gelan ew ê bibe bersiva li dijî êrîşan."
DÎMEN HEYE
*Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran wiha got: “Bila jin mafên xwe biparêzin, têbikoşin. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal bigerin û kampanyayê vebêjin.” DÎMEN HEYE
*Şêwirmenda Perwerdehiyê Nurcan Ordek diyar kir ku betlaneya havînê di têkiliyên zarok û malbatan de derfeteke girîng e û got ji bo betlane xweş derbas bibe divê zarok di faliyetên civakî, çandî, sportîf de cih bigire. DÎMEN HEYE
*Deqên ku bi derzî û şîrê dayikê ji aliyê jinan ve tê çêkirin bi hezar sal in wek çandekê dijî. Li Mêrdînê li gelek deveran jinên ku deqan çêdikin hene. DÎMEN HEYE
*Endama Rêveberiya Kongreya Star a li Lubnanê Netewî Xegmîn a ku di fermana 3'ê Tebaxa 2013'an de li Şengalê maye û bûye şahida zindî ya fermana civaka Êzdî çîroka roja fermanê vegot. Netewî got: "Êşên fermanê nayên jibîrkirin. Bûyerên îxanetê ji ber çavên min naçin."DÎMEN HEYE
*Yek ji pîşeya ku jin li dijî nêrîna zayendperest têdikoşe endezyariya înşatê ye. Şefa şantiyê Delal Akdogan tecrûbeya xwe ya 4 salan û têkoşîna xwe ya li dijî nêrîna mêran vegot û da zanîn ku divê hevpîşeyên wê têbikoşin. DÎMEN HEYE