'Bila 3’yê tebaxê weke roja biranîna jenosîde bê naskirin'
- 16:01 2 Tebax 2019
- Rojane
ENQERE - Bi minasebeta salvegera komkujiya Şengalê, ÎHD’ê daxuyanî da û diyar kir ku bila 3’yê tebaxê weke “Roja bîranîna jenosîdê” bê naskirin.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê, bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê ya di 3’yê tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat, daxuyaniya nivîskî weşandin û xwest 3’yê tebaxê weke “Roja bîranîna jenosîdê” bê naskirin.
Komkujiyê şermezar kirin
Di daxuyaniyê de komkujiya li hemberî civaka Êzidî hat şermezar kirin û wiha hat gotin: “Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî vê binpêkirina giran a hat jiyîn, erka xwe cih ne anîn û ev yek mijara şermê ye. Bi pêşengiya alîkariya Tevgera Siyaseta Kurd û xwe parastinê êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Êzidî ji holê hatin rakirin. Mîna hemû gelên din, ew mafê Êzidiyan jî heye ku xwe biparêzin û pêşeroja xwe diyar bikin. Divê hemû gel û dewlet ji rêzê nîşanî vê yekê bidin."
'Divê komkujî neyê ji bîr kirin'
ÎHD'ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Li gorî daneyan, ji 550 hezar Êzidiyên li Iraqê dijiyan 360 hezar Êzdiyan ji ber êrîşên DAIŞ’ê neçar man ku koç bikin. Nêzî hezar û 293 Êzidiyan jiyana xwe ji dest dan. 2 hezar û 745 zarok bê bav man, 6 hezar û 417 kes hatin revandin û 3 hezar û 509 Êzidî jî hatin rizgarin. Ji bo ku ev komkujî neyê ji bîr kirin em bang dkin ku 3’yê tebaxê weke ‘Roja bîranîna jenosîdê’ bê nakirin.”