'Qedera zarokên Kurd e qey ku dibin hedefa gule û bombeyan?'
- 15:23 2 Tebax 2019
- Rojane
ENQERE - Vedat Ekinci yê ku bazirganiya sînor dikir di encama gulebarana TSK'ê de jiyana xwe ji dest dabû. Endama Komisyona Lêkolîna Mafên Mirovan û parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran têkildarî mijarê de daxuyanî da. Ayşeyê got:"Qedera zarokên Kurd e qey ku dibin hedefa gule û bombeyan?."
Li gundê Çemekurk ê bajarokê Rûbarokê yê girêdayî navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê Vedat Ekinci yê 14 salî ku bazirganiya sînor dikir di encama gulebarana TSK'ê de jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê mijarê de walîtiya Colemêrgê daxuyanî dabû û piştrast kiribû ku Vedat bi guleyên TSK'ê jiyana xwe ji dest daye. Têkildarî mijarê de Endama Komisyona Lêkolîna Mafên Mirovan û parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran daxuyaniya nivîskî da.
Ayşeyê got:"Yek ji sedema zarokê 14 salî yê ku hat qetilkirin ew e ku bûyerên berê yên bi vî rengî hat jiyîn nehat lêkolînkirin. Li Roboskiyê 34 kes hatin qetilkirin. Ceylan Onkol, Medenî Yildirim yê li Licê hat qetilkirin, Ugur Kaymaz ê ku li Mêrdînê tevî bavê hat qetilkirin. Kujerên wan nehatin darizandin. Loma bûyerên bi vî rengî tê dubarekirin.
'Divê berpirs ji peywirê bên girtin û bên cezakirin'
Di berdewamiya daxuyaniyê de Ayşeyê wiha got:"Kesên ku Vedat kuştin û bûn sedema ku kesek bi giranî birîndar bibe divê ji peywirê bên girtin û bên cezakirin. Em bang li rayedaran dikin ku lêkolînek baş bikin. Em daxwaz dikin ku rêxistinên gel, saziyên civakên sîvîl bibin şopdarê vê bûyerê."