Li dijî komkujiya Êzidiyan çalakiya bêdengiyê tê lidarxistin

  • 14:47 2 Tebax 2019
  • Rojane
STENBOL -  Bi minasebeta salvegera Komkujiya Şengalê, Komîsyona Baweriyan û Gelan a HDK'ê, daxuyanî da û xwest her kes sibêhê di saet di 11.00’an de li dijî komkujiyê deqeyek çalakiya bêdengiyê li dar bixin.
 
Komîsyona Baweriyan û Gelan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi minasebeta salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniya nivîskî weşand, Komîsyon a HDK'ê, xwest her kes di 3'yê tebaxê saet 11.00’an de li dijî komkujiya Êzidiyan deqeyek çalakiya bêdengiyê li dar bixin. Komîsyonê anî ziman ku ew ê Êzidiyan bi êşên wan re bi tenê nehêlin û wiha got: "Me komkujiya Şengalê ji bîr nekir. Li şûna baxçeyê gelan bûya kirin dojeh."
  
Komîsyonê di daxuyaniyê de anî ziman ku Êzidiyên rastî êrîşên DAIŞ'ê hatin, jinên Êzidî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin û li bazaran hatin firotin û daxuyanî wiha bi dawî kir: “Piştî êrîşê 400 hezar Êzidî neçar man ku axa xwe terk bikin. Bi hezaran jinên Êzidî  hêj di destê DAIŞ'ê de ne. Jinên Êzidî bi canê xwe axa xwe parastin. Jin bûn sembola berxwedanê. Em ji bo êşa wan parve bikin û komkujiyê şermezar bikin em bang li her kesî dikin ku sibêhê di saet di 11.00'an de deqeyek  çalakiya bêdengiyê li dar bixin."