Li Wanê Dibistana Zimanê Kurdî careke din vedibe

  • 13:52 2 Tebax 2019
  • Rojane
WAN - Dibistana Zimanê Kurdî ya Fatma Tokat di dema qeyûm de hemû dîwarên wê hatibûn hilweşandin, ji aliyê şaredariya Rêya Armûşê ve careke din tê vekirin. 
 
Navenda Perwerdeyê ya Fatma Tokat ku sala 2015'an de ji aliyê Şaredariya Rêya Armûşa Wanê ku wê demê di destê Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP) de wergeriyabû dbistana zimanê kurdî, di sala 2017'an de ji aliyê qeyûmê navçeyê ve hatibû girtin. Di dema qeyûm de dibistan wêran bû û hemû dîwarên wê hilweşiyan. Şaredariya Rêya Armûşê têkildarî dibistanê de daxuyaniyek dan û gotin ku dê dibistanê temîr bikin û careke din vebikin. 
 
Şaredarî hewl didin ku dibistanê demek nêz de temîr bikin û dest bi perwerdê bikin.