MYK’a HDP’ê li Amedê civîya
- 11:16 2 Tebax 2019
- Rojane
AMED - Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî Sezaî Temellî di çarçoveya rojevên tifaqa demokratîk, tifaqa Destûra Bingehîn û reforma darazê, li Amedê civiya.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tevlîbûna Hevserokê Giştî Sezaî Temellî li Amedê civîya. Civîn li avahiya HDP’ê ya Bajêr hat lidarxistin. Di civîna MYK’yê de, wê rojevên tifaqa demokratîk, tifaqa Destûra Bingehîn û reforma darazê, pêşketinên siyasî yên li herêm û welat bên nirxandin û bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bernameya mîtîngên herêmê, bê lidarxistin.