Ji ber gulebarana TSK'ê zarokekî jiyana xwe ji dest da
- 10:06 2 Tebax 2019
- Rojane
COLEMÊRG - Eskerên TSK'ê li Colemêrgê ji helîkopterê gule li ser gundiyên qaçakvanî dikirin reşandin. Di gulebarînê de zarokê 14 salî Vedat Ekîncî jiyana xwe ji dest da.
Eskerên TSK'ê ji helîkopterê li Gundê Çemê Kurk ê bajaroka Rûbarokê ya Colemêrgê, li ser gundiyên ku li ser sînor qaçaxvanî dikirin gule reşandin. Gundiyên qaçakvaniya sînor dikirin dema ji Herêma Federe ya Kurdistanê vedigeriyan, eskerên TSK'ê ji helikopterê gule li ser welatiyan reşandin. Eskeran di gulebaranê de zarokê 14 salî Vedat Ekîncî li cihê bûyerê kuştin. Di gulebaranê de welatiyekî di nava komê de jî birîndar bû. Li gorî çavkaniyên herêmî saet li dora 15.00'ê esir de bûyer pêk hat. Welatiyên agahî stendin bi hawariyê çûn û çûn ser sînor. Welatiyên gihiştin ser sînor dîtin ku Vedat Ekincî jiyana xwe ji dest daye. Piştî bûyerê esker hatin cihê bûyerê û bertek nîşanî xizmên Vedat Ekîncî dan. Cenazeyê Ekîncî piştre ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Gundiyê birîndar bû jî li nexweşxaneyê tedawî dibe.