'Divê em li dijî komkujiyan her dem amade bin û xwe biparêzin'
- 09:32 2 Tebax 2019
- Rojane
ŞENGAL - Her sal civaka Êzidî Cejna Çilê Havînê pîroz dikin. Derbarê Cejna Çilê Havînê de Kamo Hûsin nêrînên xwe anî ziman û got:"Di Cejna Çilê Havînê de DAÎŞ'ê bi hezaran Êzidî qetil kir. Loma em vê rojê bi dilekî şikestî pîroz dikin. Ji bo rojên pîroz nebe qurbaniya xemgîniyê divê em li dijî komkujiyan her dem amade bin û xwe biparêzin."
Bi munasebeta Cejna Çilê Havînê jina bi navê Kamo Hûsin hemû Êzidiyên di komkujiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got:"Em dixwazin hemû cîhan di nava aştî û azadiyê de bijî. Loma divê hemû cîhan li dijî hemû cureyên tundiyê bisekine da ku komkujiyên mîna Şengalê li tu derê neyê jiyîn. Em ê wekî civaka Êzidî her dem li hebûna xwe xwedî derkevin û li dijî dagirkerî û qirkirinê bisekinin."
'Em ê komkujiya Şengalê ji bîr nekin'
Kamoyê diyar kir ku ew tu carî komkujiya Şengalê ji bîr nakin û wiha got:"Di serî de ez Cejna Çilê Havînê li tevahî civaka Êzîdî pîroz dikim. Di vê roja pîroz de DAÎŞ'ê ferman anîbû serê civaka me Êzidî. DAÎŞ'ê xwest ku civaka Êzidî tune bike û ji çand û adetên wê dûr bixe. Di dema fermanê de Êzidî bi zehmetiyên gelek mezin rû bi rû man. Bi hezaran keç, jin, zarok û xort ketin destên çeteyên DAÎŞ'ê. Em ê komkujiya Şengalê ji bîr nekin. Em ê ji bo ku careke din komkujiyên bi vî rengî çê nebe her dem di nava têkoşînê de bin."
'Divê em li dijî komkujiyan her dem amade bin û xwe biparêzin'
Kamoyê herî dawî wiha got:"DAÎŞ'ê bi zanebûn di Cejna Çilê Havînê de komkujiya Şengalê pêk anî. Lê em wek Êzidî tu carî dev ji çanda xwe bernadin. Em ê her cejnên xwe pîroz bikin. DAÎŞ'ê xwest me tune bike lê em ê heta dawiyê çanda xwe ya kevnar û ola xwe biparêzin. Di Cejna Çilê Havînê de DAÎŞ'ê bi hezaran Êzidî qetil kir. Loma em vê rojê bi dilekî şikestî pîroz dikin. Ji bo rojên pîroz nebe qurbaniya xemgîniyê divê em li dijî komkujiyan her dem amade bin û xwe biparêzin. Em dixwazin hemû cîhan di nava aştî û azadiyê de bijî. Loma divê hemû cîhan li dijî hemû cureyên tundiyê bisekine da ku komkujiyên mîna Şengalê li tu derê neyê jiyîn. Em ê wekî civaka Êzidî her dem li hebûna xwe xwedî derkevin û li dijî dagirkerî û qirkirinê bisekinin."