'Em komkujiya Şengalê ji bîr nakin'
- 09:20 2 Tebax 2019
- Rojane
Sara Şêx Hesen
HELEB - Endama Rêveberiya Mala Êzidî Raniya Cefer derbarê komkujiya Şengalê ya 3'ê tebaxa 2014'an de diyar kir ku ji bo komkujiyên bi vî rengî her dubare nebe divê li dijî dagirkeriyê her dem gelê Kurd hişyar be û wiha got: "Komkujiya ku bi serê Êzidîyan hat, em tucarî ji bîr nakin. Ev roj wê bibe roja têkoşîna li dijî qirkirina jinê."
Endama Rêveberiya Mala Êzidî Raniya Cefer bi wesîleya salvegera 5'emîn fermana 3'ê tebaxa 2014'an a Şengalê nirxandin kir û got:":Çeteyên DAÎŞ'ê û alîgirên çeteyan xwestin ola Êzidîtiyê tune bikin. Bi hezaran jin, zarok qetil kirin û her wiha dîl girtin. Lewra komkujiya li Şengalê yek ji komkujiyên herî mezin e. Li dijî hemû komkujiyên li cîhanê divê hemû kes destên xwe dînin ser wicdanê xwe û rê nedin çete û dagirkerên ku qirkirinê pêk tînin."
'Li dijî sûcê mirovatiyê divê hemû cîhan bibe yek'
Raniyayê bi lêv kir ku komkujiya Şengalê li ber çavên cîhanê pêk hat û wiha got:"Fermana bi serê Êzidîyên Şengalê de hat ji bo me êşeke pir mezin e. Armanca DAIŞ'ê ya sereke qirkirina ol, çand û zimanê Êzidîyan e. DAIŞ qirkirina mirovahiyê pêk anî. Bi taybet bi hovîtiyek mezin êrîşî jinê kirin. Kuştin, revandin, tecawiz, kolekirin, firotan, bi hemû cureyan îşkencekirina jinê di dîrokê de wekî sûcên mirovatiyê hat nivîsandin. Lê li dijî sûcê mirovatiyê divê hemû cîhan bibe yek."
'Îxaneta ku di Şengalê de hat kirin em ji bîr nakin'
Raniyayê bal kişand ser yekîtiya Gelê Kurd û wiha dewam kir: "Komkujiya Şengalê li ber çavên hemû cîhanê çêbû. Her wiha îxaneta Berzanî û pêşmergeyên wî nayê jibîrkirin. Bêyî ku li berxwe bide Şengal radestî çeteyan hat kirin. Ev yek bû sedema ku bi hezaran Êzidî werin qetilkirin. Îxaneta ku di Şengalê de hat kirin em ji bîr nakin. Divê di navbera Gelê Kurd de îxanet çênebe. Divê em Kurd her dem yek bin da ku em bi komkujiyên bi vî rengî rû bi rû nemînin."
'Em deyîndarê pakrewanên azadiyê ne'
Di dawiya axaftina xwe de Raniyayê anî ziman ku ji bo ku komkujiyên li ser Gelê Kurd ên mîna Şengalê dubare nebin divê Kurd her xwe bi rêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Kurd divê bi yekdestî dagirkeran têk bibe. Têkoşer û pakrewanên azadiyê li Şengalê li dijî çeteyan sekinî û bi hezaran Êzidî ji qirkirinê rizgar kir. Em deyîndarê têkoşer û pakrewanên azadiyê ne'