Fîdan Ataselîm: Peymana Stenbolê şert e
- 09:11 2 Tebax 2019
- Rojane
STENBOL - Endama KCDP'ê Fîdan Ataselîm der barê nîqaşên feskirina Peymana Stenbolê de axivî û got: “Dema şîdet hebe, jiyana jinekê mijara gotinê be wê her tişt biguhere. Ji bo pêşî li şîdetê bê girtin divê wekhevî pêk bê. Mirov nikarin zemînê ji pirsnîşanan re bihêlin. Ji ber vê wekhevî mijara herî sereke ye.”
Piştî hedefgirtina mafê nefeqiyê ya jinan, vê carê jî ji bo feskirina Peymana Stenbolê ku li dijî şîdeta li ser jinan berpirsyariyê dide ser milê dewletan, nîqaş tên kirin. Peymana ku yekê Tebaxa 2014’an de ket meriyetê, ji aliyê Tirkiyeyê de li Stenbolê ji îmzeyê re hat vekirin û ji ber vê jî wek Peymana Stenbolê tê zanîn. Piştî Peymana Pêşîgirtina Her cureyê Newekheviya Li dijî Jinê (CEDAW) peymana herî girîng a li dijî şîdeta li ser jinê ye.
Endama Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDD) Fîdan Ataselîm nîqaşên rakirina Peymana Stenbolê nirxand û got li seranserê cîhanê li ser jinan şîdetek mezin heye û li dijî vê jî berxwedan hene. Fîdanê got di encama têkoşîna jinan de Peymana Stenbolê bi metnek berfireh derketiye holê û Tirkiye jî alîgirê vê peymanê ye, di 2011’an de hatiye îmzekirin. Fîdanê wiha got: “Qanûna hejmara 6284 a ji bo parastina jinan girêdayî Peymana Stenbolê derket holê. Peymana Stenbolê ji bo jinan gelek girîng e.”
‘Ji bo wekheviyê Peymana Stenbolê şert e’
Fîdanê da zanîn ku peyman der barê qedandina şîdeta li ser jinê berpirsyariyan dide dewletan û got: “Li hemû cîhanê newekheviya zayendî heye. Şîdeta li ser jinê jî di encama vê de dertê holê. Ev tespîtek girîng e. Xalê 4P hene. Prevention (Pêşîgirtina Şîdetê), Protection (Parastina mexduran), Prosecution (Cezakirina sucdaran) û Policy Making (Ji bo pêşîgirtina şîdetê polîtîka afirandin). Di vir de mijara sereke wekheviya zayendî ye. Normalkirina şîdeta li ser jinê qedexe dike.”
Fîdanê GREVÎO ya ku mekanîzma kontrola, pêkhatina Peymana Stenbolê dike jî bi bîr xist û got: “GREVÎO di rapora amade kiriye de ji bo rayedarên dewleta Tirk wiha dibêje;Divê teqez şîdeta li ser jinan bi çand û kevneşopiyan neyê vegotin û tawîz ji bo vê neyê dayîn. Ji ber ku ev li Tirkiyeyê heye. Niha di nîqaşên tên kirin de tiştê hewl didin derxin holê jî ev e. Dixwazin bi kevneşopiyan bê vegotin. Heta hewl didin li şûna wekheviya zayendî ‘edaleta zayenda civakî’ bînin. Niha di nîqaşan de tê gotin bila Peyman bê betalkirin CEDAW bê rakirin. Wekheviya zayendî bê rakirin. Ev gotin tu car nayên qebûlkirin.”
‘Divê jin bên parastin’
Fîdanê her wiha daxuyakirin ku divê jin ji aliyê dewletê ve bên parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dadgehan divê darazek li alî jinan pêk bê. Ji ber vê jî Peymana Stenbolê di mijara darizandineke bi bandor de berpirsyariyan dide. Jin li dijî şîdetê divê tevlî hêza kar bibin. Li Tirkiyeyê keda jinên karê malê dikin nayê dîtin. Divê jin di qada aborî, perwerde, çand, civakî û siyasî de bên xurtkirin. Dema mijar şîdeta li ser jinê be her tişt diguhere. Ji bo Peymana Stenbolê pêk bê divê em bikevin tevgerê. Em jiyana gelek jinan deyndarê vê peymanê dibînin.”