Jinên Êzidî: Me tu carî serî netewand
- 09:07 2 Tebax 2019
- Rojane
Nesrîn Hisên / Viyan Saîd
SENGAL- 5 sal di ser fermanê re derbas bû û niha civaka Êzidî piştî ewqas êş, azar, derd û eleman carek din dest bi afirandina jiyaneke nû kir. Jinên li Dûgûriyê piştî rizgarkirina Şengalê carek din vegeriyan ser axa xwe û gotin: "Di hemû fernanan de pêşî jin tên hedefgirtin. Lê me tu carî serî netewand û em ê tola xwe hilînin."
Gelê Şengalê di 3'yê tebaxê sala 2014'an de bi fermanê re rûbûrû ma. Di fermanê de gelek jin, keç û zarok ketin destê çeteyen DAÎŞ'ê. Gelek kal û pîr hatin qetilkirin. Gelek kes jî hatin revandin lê hîn agahi ji van nîne. Gelek kes ji bo nekevin destê çeteyên DAÎŞ'ê xwe ji zinaran avêtin. Gelek zarok ji birçibûn, germahî û ji bêavî di hembêza dayikên xwe de jiyana xwe ji dest dan. Zehrî Alyas, Edlan Reşo derbarê 5'emîn salvegera fermanê de nêrînên xwe ji me re gotin.
'Jin hedef tên girtin'
Zehrî Alyas, bi minasebeta salvegera fermanê nêrînên xwe bi wan hevokan anîn ziman: "Sedema hevqas ferman tên serê mê ji ber ol û baweriya Êzidiya ne. Salvegera Fermana 3'yê tebaxa sala 2014'an nêz dibê. Em bi rojane bi bernameyên cuda şehîdên xwe bi bîr tînin. Hêzên dagirker xwestin me tune bikin. Jinên êzidî bi gelek zehmetiyan re rû bi rû man. Di her fermanê de bêtir jin hedef tên girtin."
'Me tu carî serî netewand'
Zehriye, diyar kir ku tu carî serî netewandine û wiha got: "Wekî di hemû fermanan de jinan tu carî serê xwe li hemberî dijminê xwe netewandiyê. Em ê tola keç û jinên êzidî hilînin. Bi saya fikir û ramanê Rêberê Gelê Kurd me xwe bi rêxistin kir. Di fermanê de yên ku hatin me xelas kirin ji şervanên Rêber Apo bûn. Keç û jinên êzidî ku di destê çeteyan de bûn bi saya fikra civaka azad a Rêber Apo ku rê nîşan da bû li ber xwe dan. Hêviya min heye ku civaka me carek din vegere ser axa xwe."
'Êzidî ne bi tenê ne'
Edlan Reşo, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nêzbûna salvegera fermanê û wiha nêrînên xwe anîn ziman: "Salvegera fermanê nêz bû û bi rastî jî dilê me dayikên êzidî dişewite. Ev ferman di roja cejnê de pêk hat û me berê xwe da çiyê. Ev qas keç û jinên êzidî ketin destê çeteyan. Piştî fermanê me xwe nas kir, me zanî ku dijminê êzidiyan kî ne. Edî me xwe bi rexistin kir û jina êzidî edî zilmê qebûl nake. Piştî fermanê, hêzên me YBŞ, YJŞ ku hatin avakirin parastina civaka xwe kirin. Êzidî ne bi tenê ne."
'Em ê tola xwe hilînin'
Edlan Reşo diyar kir ku tu carî neheqiyan qebûn nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê gelê me neheqiyê qebûl neke. Rabin ser piyan. Piwiste civaka me yê êzidî li erka ku dikevê ser milên wan xwedî derkeve. Hêviya min ji hemû civaka me heye roja ku ji fermanê hatine azad kirin ji bîr nekin. Em wek jinên êzidî çi ji destê me bê em ê ji bo tola jin û zarokên xwe hilînin bikin."