'Divê em bi helwesta yekîtiyê li dijî polîtîkayên dagirkirinê bisekinin'
- 09:02 2 Tebax 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo
GIRÊ SPÎ - Hevseroka Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qiryo derbarê gef û êrîşên Dewleta Tirk de nirxand kir. Sîhamê diyar kir ku dewleta tirk temenê aloziya Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe dirêj dike û wiha got:"Niha şerê taybet li hember Rêveberiya Xweser tê meşandin. Divê em hişyar bin û bi yekîtiya xwe Rêveberiya Xweser di raya giştî de û cîhanî de muxatap bigirin û di destûra Sûriyeyê û diyaloga Sûrî-Sûrî de cih bigirin. Divê em bi helwesta yekîtiyê li dijî polîtîkayên dagirkirinê bisekinin."
Gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser gelê Kurd didomin. Têkildarê êrîş û gefên Dewleta Tirk û çareseriya ji bo aloziya Sûriyeyê Hevseroka Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qiryo nêrînên xwe anî ziman. Sîhamê got:"Bi êrîş û gefan tê xwestin ku gelê Kurd bê statu û hêz bê hiştin. Lê ev têkoşîna gelê kurd a bi salan dê nebe qurbanê êrîş û gefên dewleta tirk. Ji bo em bi ser bikevin em ê her li berxwe bidin."
'Divê em li dijî polîtîkayên dagirkeriyê her dem hişyar bin'
Sîham Qiryo diyar kir ku Dewleta Tirk di destpêka Şoreşê de ango bihara gelan de êrîşên xwe didomîne û wiha got:"Projeyeke Dewleta Tirk di 1920'an de hebû ku bi dagirkeriya xwe bigihêje Heleb û Mûsilê. Dewleta Tirk ji Cerablûsê dest pê kir heta Ezaz, El Bab û Efrînê dewam kir. Îdlib di bin çavdêriya Tirkiyeyê de ye. Niha jî dîsa Erdogan û hevkarên wî dest bi nûjenkirina projeya xwe ya dagirkeriyê kiriye. Divê em li dijî polîtîkayên dagirkeriyê her dem hişyar bin."
'Netewa Demokratîk hebûn, dîrok û nasmeyên netewan diparêze'
Sîhamê bi lêv kir ku Dewleta Tirk projeya Rêveberiya Xweser û Netewa Demokratîk hedef digire û wiha pê de çû:"Niha serjimareke pir mezin ango bi milyonan Kurd li seranserî cîhanê hene û hemû dibin hedefa Dewleta Tirk. Niha li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya Netewa Demokratîk û Rêveberiya Xweser hatiye rûniştandin. Dewleta Tirk nabêje ku Gel bi hemû netewên xwe, xwe bi rê ve dibin. Ew dibêje ku ev Rêveberî û Netewa Demokratîk tenê Kurd bi rê ve dibin. Ev yek jî li dijî rastiyê ye. Gelê Kurd, Ereb, Suryan, Çerkes, Tirkmen û Aşûrî xwe bi rê ve dibin û yekîtiya xwe jî ava kirine. Netewa Demokratîk hebûna netewan, dîrok û nasnameyên wan diparêze û dide îfadekirin."
'Rêveberiya Xweser li dijî parçekirina xaka hemû gelan e'
Sîhamê bal kişand ser xwînrijandina Gelên Sûriyeyê û wiha got: "Gelên li Sûriyeyê dibin qurbana êrîş, komplo û siyaseta hêzên herêmî û navneteweyî. Lê Rêveberiya Xweser a Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erka parastina gelê Herêmê da ser milê xwe û pêk anî jî. Li hember parçekirina xaka hemû gelan sekinî. Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwîna 11 hezar cangoriyên azadiyê hatiye rizgarkirin û cîhan ji xeteriya DAIŞ'ê hatiye xilaskirin. Çeteyên DAIŞ'ê ku ji gelek welatên cîhanê hatin, di deriyê Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûn. Armanc ew bû ku gel bi aramî nejî û her di nava metirsiyê de bijî û aloziya ku li Sûriyeyê dewam dike bi dawî nebe. Li gor berjewendiyên xwe dewleta tirk teşeyê dixwaze bide vê pêvajoyê. Dewleta tirk bi navê DAIŞ'ê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û têk çû."
'Nexşeya rêya çareseriya aloziya Sûriyeyê Rêveberiya Xweser e'
Sîhamê dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji diyaloga çareseriya aloziya Sûriyeyê bi bîr xist û ev yek anî ziman:"Her çiqas Rêveberiya Xweser mafê netewên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn parastin, lê dîsa jî ji diyalog û civînên Cenevreyê û Astanayê hatin dûrxistin. Nexşeya rêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê tecrûbeyên Rêveberiya Xweser e. Bi vê rêbazê di nava şerê heyî de ji nû ve birêxistinî hat avakirin. Ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê em amade ne ku diyalogê pêk bînin."
'Tê xwestin ku hevpeymanên navneteweyî pêk bê'
Sîhamê hevpeymanên navneteweyî yên di xaka Sûriyeyê de bi bîr xist û wiha dom kir: "Îranê di riya Hîlal Şîî de dixwest bigihêje sînorê Lubnanê. Di heman demê de Rûsya û Emerîka jî dixwestin bingeheke ji xwe li Sûriyeyê ava bikin û xwe gihandina Deriyaya Spî."
'Divê em bi helwesta yekîtiyê li dijî polîtîkayên dagirkirinê bisekinin'
Sîhamê bang li gelan kir ku yekîtiya xwe ava bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Niha şerê taybet li hember Rêveberiya Xweser tê meşandin. Divê em hişyar bin û bi yekîtiya xwe Rêveberiya Xweser di raya giştî de û cîhanî de muxatap bigirin û di destûra Sûriyeyê û diyaloga Sûrî-Sûrî de cih bigirin. Niha şerê taybet li hember Rêveberiya Xweser tê meşandin. Divê em hişyar bin û bi yekîtiya xwe Rêveberiya Xweser di raya giştî de û cîhanî de muxatap bigirin û di destûra Sûriyeyê û diyaloga Sûrî-Sûrî de cih bigirin. Divê em bi helwesta yekîtiyê li dijî polîtîkayên dagirkirinê bisekinin."