ROJEVA 2'Ê TEBAXA 2019'AN
- 09:00 2 Tebax 2019
- Rojev
*Hevseroka Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qiryo derbarê gef û êrîşên Dewleta Tirk de nirxand kir. Sîhamê diyar kir ku dewleta tirk temenê aloziya Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe dirêj dike û wiha got:"Niha şerê taybet li hember Rêveberiya Xweser tê meşandin. Divê em hişyar bin û bi yekîtiya xwe Rêveberiya Xweser di raya giştî de û cîhanî de muxatap bigirin û di destûra Sûriyeyê û diyaloga Sûrî-Sûrî de cih bigirin. Divê em bi helwesta yekîtiyê li dijî polîtîkayên dagirkirinê bisekinin."
DÎMEN HEYE
*Berdevka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Tara Hûsên rewşa siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê nirxand. Tarayê got:"Dewleta tirk bi dagirkeriyê destkeftiyên gelê Başûrê Kurdistanê hedef digire. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bê îrade û lawaz maye. Siyaseta teslîmiyetê li ser tê meşandin. Ji bo berjewendiyên xwe bi Tirkiyeyê re li ser tunekirina PKK'ê li hev kirine." DÎMEN HEYE
*Zarokên li Navenda Çand û Hunerê ya Dengê Meyman ku bi enstûrmanên cuda cuda perwerdehiyê dibînin, diyar kirin ku ew dixwazin bi mûzîka kurdî çanda xwe bidin jiyîn. BI DÎMEN
*5 sal di ser fermanê re derbas bû û niha civaka Êzidî piştî ewqas êş, azar, derd û eleman carek din dest bi afirandina jiyaneke nû kir. Jinên li Dûgûriyê piştî rizgarkirina Şengalê carek din vegeriyan ser axa xwe û gotin: "Di hemû fernanan de pêşî jin tên hedefgirtin. Lê me tu carî serî netewand û em ê tola xwe hilînin."BI DÎMEN
*Di demên dawî de projeya bendavên di bin erdê de, hat rojevê û tê îdiakirin ku wê li gelek bajaran bê çêkirin. Ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol bal kişand ser xetereyên van bendavan û got: “Ji ber kontrol bi bendavên di bin erdê de tune ye, wê rê li ber pirsgirêkên cidî vebike. Bi vê projeyê wê ji sermayê re xizmet bê kirin.” BI DÎMEN
* Endama KCDP'ê Fîdan Ataselîm der barê nîqaşên feskirina Peymana Stenbolê de axivî û got: “Dema şîdet hebe, jiyana jinekê mijara gotinê be wê her tişt biguhere. Ji bo pêşî li şîdetê bê girtin divê wekhevî pêk bê. Mirov nikarin zemînê ji pirsnîşanan re bihêlin. Ji ber vê wekhevî mijara herî sereke ye.” BI DÎMEN
*Plana meha Tebaxê ya kampanyaya TJA’yê ya bi dirûşma ‘ji bo guherîn û azadiyê rabe ser piyan’ hat destpêkirin hat aşkerakirin û endama TJA’yê Bedîa Akkaya wiha got: “Li her qadê qirkirinek jinê hat jiyîn. Em niha li hemû qadan dikevin tevgerê. Em ê qadên alternatîf ava bikin. Em ê eniya jinê tifaqa jinê berfireh bikin.” BI DÎMEN