Kongreya Star êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

  • 08:23 2 Tebax 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê û Şehbayê li kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a Şehbayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Mezopotamya û Rojhilata Navîn hat şermezarkirin.
 
Rêxistina Kongreya Star bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir. Hemû endamên sazî û dezgehên Kantona Efrînê, Rêxistina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Rêxistina Kongreya Star û Meclîsa Kantona Şehbayê beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinên ku li daxuyanîyê amade bûn ala Kongreya Star û Yekîtiya Jinên azad a Şehbayê hildan. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star a Efrînê Nûrşan Hisên ve hat xwendin.
 
Divê em li dijî zihniyeta qirkirinê bisekinin
 
Daxuyanî wiha ye:"Em weke gelên Rojhilata Navîn bi giştî û gelên Mezopotamya û Kurdistanê bi taybet, di şerê Cîhanê ya sêyemîn de dijîn û şerê zihniyeta li dijî Netewa Demokratîk û jiyana azad bi zihniyeta hegomaniya kapîtalîst re tê meşandin. Ev hegemonya feresata nijadperestî û netewperestiyê di navbera gelan de mezin dike da ku desthiladariya xwe li ser vîna gelan ferz bike û çand û hebûna civakî qir bike. Divê em li dijî zihniyeta qirkirinê bisekinin.
 
Pêvajoya ku em tê de dijîn pêvajoya hebûn û tunebûnê ye
 
Pêvajoya ku em tê de dijîn pêvajoya hebûn û tunebûnê ye. Hêzên dijberî demokrasî û azadiyê û di serî de Dewleta Tirk a faşist êrîşî destkeftiyên gelê me dikin û hewil didin ku nirxa şoreşa civakî û fikirî ya ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rê ve dibe têk bibin.
Bi hemû cureyan êrîşên dijmirovahiyê tê kirin, ji aliyekî ve dewleta Tirk êrîşên ezmanî yên hovane li ser qadên parastina Medya, çiyayên Qendîlê û Başûrê Kurdistanê dide meşandin, ji aliyekî din ve jî hemleya qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistanê pêk tîne, her wiha siyesetên guhartina demografîk û înkarkirina çanda herêmên Sûriye yên dagirkerî û di serî de li Efrînê didomîne.
 
Em tucarî sîstema baviksalarî napejirînin. 
 
Li ser vê bingehê em weke endamên tevgera jin a Kongreya Star a Herêma Efrîn û Şehbayê, bi hemû hêza xwe  siyaseta qirêj a ku îstîxbarata Tirkiyê û hikûmeta herêmê bi rêve dibin şermezar dikin. Em dizanin ev siyaset bi awayekî rasterast nirxên şoreşa zihnî ya bi pêşengiya jina kurd li gel jinên ji pêkhateyên Ereb, Suriyan, Tirkman, Ermen û Aşûr hedef digirin. Em helwesta xwe ya girêdayî rêgezên xwe ya sekna jina azad nîşan didin ku em tucarî sîstema baviksalarî napejirînin.
 
Em ê her azadî û têkoşînê biparêzin. 
 
Em ji hemû cîhanê re dibêjin ku şervanên me yên rêzdar mîrasa têkoşerên azadiyê mîna Barîn, Avesta û Arînan yên ku bi xwîna xwe xaka vî welatî av dane, dê her ji bo me şopandina rêya heqîqetê bin. Destên ku li ser wan dirêj  bibe em ê bi hemû cureyên têkoşînê li hemberê bisekinin, da ku em cîhanê ji terora desthilatdaran û dijminahiya wan ya nirx û exlaqên civakî xilas bikin. Em ê her azadî û têkoşînê biparêzin.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Jina azad" û  "Bimire xiyanet û faşizim" bi dawî bû.