KCD: Ji bo rizgarkirina jinên Êzidî divê mirov seferber bibin

  • 14:48 1 Tebax 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 5'emîn salvegera fermana 3'yê tebaxê KCD'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku beriya bi 5 salan li Şengalê sûcê mirovahiyê pêk hatiye û ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidî yên di destê DAÎŞ'ê de ne seferberî bê destpêkirin. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de fermana 3'yê tebaxê pêk hatî bi bîr xist û got: ''Zilma ku li Şengalê ya ku li hemberî civaka Êzidî pêk hatî sûc û şermeke mirovahiyê yê. Ligel terora DAÎŞ'ê û komkujiyan, civaka Êzidî dev ji berxwedanê bernedan. Bi berxwedana mezin a hêzên xweparastinê yên ku bi pêşengiya jinên Kurd ên Êzîdî û têkoşîna wan, Şengal ji çeteyên DAÎŞ'ê hatiye paqijkirin.''
 
'Polîtîkayên peşverûtî tê meşandin'
 
KCD'ê, di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi polîtîkayên êrîşkar ên paşverûtiya Rojhilata Navîn a li ser Şengalê bi rengê cuda were domandin û hat bilêvkirin: "Avakirina rêveberiyeke demokratîk a li Şengalê ku xwe dispêrê hêz û vîna civaka Êzîdî, di serî de Tirkiyê û paşverûtiya Rojhilata Navîn aciz dike. Berpirsê sereke ya trajediya mirovahiyê ku li Şengalê hatî serê civaka Êzîdî ev hişmendî ye.''
 
'Ji bo rizgariyê seferberî hewceye'
 
KCD'ê herî dawî bi bîr xist ku li gel ku 5 sal di ser qirkirinê re derbas bûne jî, hêj aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî yên ku ji hêla DAÎŞ'ê ve hatine revandin ne diyar e, şerma mirovahiyê ye ku hê jî nehate dîtin û daxuyanî wiha bi dawî bû: "Hêzên navnetewî û herêmî û sazî û dezgehên demokratîk, ji bo vê şermê ji ser xwe rakin û ji bo xilaskirina jinên Êzidî yên hatine revandin divê seferber bibin.''