TJK-E: Jinên Kurd dê 3'yê Tebaxê li gelemperiya dinyayê dakevin qadan
- 13:26 1 Tebax 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê bi minasebeta salvegera 3'yê tebaxê banga tevlîbûna çalakiyan kir û got: "Her kes dê cilên spî li xwe bikin û tevlî çalakiyan bibin'
Bi minasebeta 5'emîn salvegera 3'yê tebaxê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniyê de banga tevlîbûna çalakiya deqeyekê rêzgirtinê hat kirin û hat diyar kirin ku dê 3'yê tebaxê li gelek bajaran dê çalakiyên hemwext li dar bixin.
Di daxuyaniya nivîskî de hat diyar kirin ku li hemberî civaka Êzidiyan êrîşeke hovane pêk hat û wiha hat gotin: "DAÎŞ ku hêza herî barbar a zîhniyeta serdestiya mêr e, di 3'yê tebaxê sala 2014'an de êrîş bir ser Şengalê. Bi destê DAÎŞ'ê bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û wekî koleyan hatin firotin. Her wiha Êzidî ji axa xwe hatin dûrxistin. Em carek din qurbaniyên komkujiya Şengalê bi rêzdarî bi bîr tînin û berxwedêrên jin ên ku DAÎŞ têk birin silav dikin.'
'Jin tu car bêdeng namînin'
TJK-E, di daxuyaniyê de qala têkoşîna jinan hat kirin û daxuyanî wiha dom kir: "Ewladên gelê Kurd li hemberî vê faşîzm û zordariyê bêdeng neman. Berxwedana gel û ya jinan ya ku li Şengalê dest pê kir, xwe gihand Reqayê û tola jin, zarok û gelên me hilanî. Li dijî êrîş, komplo, tundî û hovîtiya serdestan di serî de jin wê bêdeng nemînin. Pêleke berxwedan û tolhildanê li dijî kolekirina gel û jinan hatiye afirandin. Di serî de jinên Êzidî careke din nîşandan ku jin wê serî li ber mêtingeriyê, tundiyê û zayendîperestiyê netewînin."
'Jin xwe bi rêxistin dikin'
Di daxuyaniya TJK-E'ê de hatdestnîşan kirin ku jin duh li bazarên wekî koleyan dihatin firotin, dihatin qetilkirin îro çarenûsa xwe bi xwe diyar dikin û wiha li Şengalê û li her devera lê ne xwe bi rêxistin dikin û wiha hat gotin: "Di vê çarçoveyê de em êşa fermana 74'an vediguherînin rêxistinî û hêza xweparastinê ya jinên Êzidî, vediguherînin berxwedana mezin a azadiyê û bi vî rengî salvegera 5'an a komkujiya Şengalê ya 3'yê tebaxê 2014'an pêşwazî dikin. Bi biryardariya mezinkirina têkoşîn û hêrsa xwe ya li dijî komkujiyên jinan em pêşwazî dikin."
'Tevlî çalakiyê bibin'
Herî dawiyê TJK-E'ê wiha bang li jinan kir: "Em bang li jinên me hemûyan dikin ku 3'yê Tebaxê saet 11'an ji bo jinên me yên hatin revandin û qetilkirin deqeyeke rêzgirtinê bikin, her kes cilên spî li xwe bikin û bi xurtî tevlî çalakiyan bidin."