Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
- 13:06 1 Tebax 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtiye Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo ku sibê biçin Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2'ê Gulanê, 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê û 18'ê Hezîranê de çibûn Îmraliyê û bi muwekîlê re hevdîtin pêk anîbûn.
Ji 18'ê Hezîranê heta niha parêzeran 12 serlêdanan kirine. Lê heta niha ne bi erênî û ne jî neyînê bersiv ji van serlêdanan re nehatiye dayîn.