Sewt El-Heyat dengvedana gelê Rojava ye

  • 13:06 1 Tebax 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî-Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Dengê jiyanê (Sewt El-Heyat ) di nava salekê de bû dengvedana gelê Rojava. Bi boneya salvegera avakirina radyoya Dengê jiyanê (Sewt El-Heyat ) xebatkarên radyoyê axivîn. Xebatkarên jin ên radyoyê gotin:"Ji bo em pêşketinek berbiçav derxin holê em dixebitin. Ji bo jin  û civak xwe pêş bixin Radyoya Dengê jiyanê (Sewt El-Heyat ) girîng e."
 
Dengê Jiyanê (Sewt El-Heyat ) di 1'ê Tebaxa 2018’an de li bajarê Hesekê  li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li ser firêqansa 106.5 MHZ dest bi weşana xwe ya fermî kir. Weşan bi zimanê Erebî ji saet 0.07'an heta saeta 23.00'an bi dawî dibe. Endamên radiyoyê ji 17 kesan pêk tên. 10 jin û 7 xort her wiha di her bajarekî de nûçeghan bi rêxistin kirine.Têkildarî vê mijarê xebatkarên Radiyoya Sewt El-Heyat  yekemîn salvegera Radyoyê pîroz kirin û gotin: "Sewt El-Heyat dengvedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye."
 
'Sewt El-Heyat dengvedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye'
 
Xadayê diyar kir ku  armanca tevlîbûna wê ji radyoya Sewt El-Heyat ku dengê rastiyê ji raya giştî bi riya Radyoyê ragihîne û wiha axaftina xwe domand :"Di weşana Sewt El-Heyat de di her serê saetê de kurte nûçe her wiha nûçeyên berfireh jî tên pêşkêşkirin, bernameyên Rojbaş, Siyasî, jin, Civakî, Çandî, Aborî, Werzîş û olî di nava weşana me de tên pêşkêşkirin. Bernameyê ku ez pêşkêş dikim ê (Neda Sebah ) bernama herkîna Sibeha ye. Bi quncikên cuda tên xemilandin û pêşkêşkirin. Sewt El –Heyat di nava salekê de bû dengvedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."
 
'Di pêşketina her saziyek jinê de xwedî roleke pir girîng bû'
 
Xadayê balkişand ser pêşketina saziyan û got: "Di pêşketina her saziyekê de jin xwedî rolek pir girîng bû, di radyoya Sewt El-Heyat de jî jin xwedî rolek pir girîng  bûn ji bo di pêşketina radiyoyê de. Di beşên teknîk, pêşkêşî, nûçegahan, rêveberî û pêşkêşkirina bernameyên siyasî de xwedî hakimiyetek pir baş bû. Di heman demê de rihê hevaltiyê gavek yekemîn a di pêşketina xebatê radiyoyê de bû."
 
'Perwerde bingeha pêşketina kesayet, kar û xebatê ye'
 
Endama Rdayoya Sewt El-Heyat Raniya Mihemed da zanîn ku perwerde bingeha pêşketina kar û xebatê ye û got: "Destpêka avakirina radiyo me dest bi perwerdeyan kir, di aliyê fikirî û meslekî de û heta roja îro jî em perwerdeyên xwe dewam dikin, ji ber ku perwerde bingeha pêşketina kesayet, kar û xebat e. Ez wekî pêşkêşvana nûçeyan cihê xwe di radyoyê de digirim."
 
'Ji bo xwegihaştina hemû pêkhateyên herêmê bi zimanê Erebî weşan tê kirin'
 
Ranyayê di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku em bikaribin xwe bigihînin dengê hemû pêkhateyên herêmê bi zimanê Erebî weşan tê kirin. Salvegera Radiyoya Sewt El-Heyat li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz be. Di sala pêşiya me de em ê ji dehan zêdetir kar û xebat li pêş bixin û xwe bigihînin dengê hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."