Ger ku neyê dermankirin wê nikaribe bimeşe

  • 12:21 1 Tebax 2019
  • Rojane
 
WAN - Hevşaredara berê ya Colemêrgê ku li girtîgeha Sîncanê tê girtin Dîlek Hatîmoglu, ji ber nexweşiya Bursît ku lê peyda bûye diyar kir ku ger neyê dermankirin wê nikaribe bimeşe. 
 
Hevşaredara berê ya Colemêrgê Dîlek Hatîmoglu ku li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê tê girtin, hat diyarkirin ku nexweşiya Bursîtê lê peyda bûye û ji ber pêkanînên kêfî yên rêveberiya gitîgehê nayê dermankirin. 
 
Hat diyarkirin ku Dîlekê, duh êvarê bi telefonê bi hevjînê xwe re axiviye û derbarê rewşa tendirustiya xwe de agahî dane. 
 
Di qeyda deng a dema hevdîtinê de tê bihîstin ku Dîlek nobeta kuxikê derbas dike û diyar dike ku sedema vê krîzê jî toza li gitîgehê ye û pê re alerjiyê çêdike. Dîsa dîlek di hevdtîna xwe de bahsa nexweşiya Burstê ku lê peyda bûye jî dike, dibêje ku ew di warê pêkanîna pêdiviyên xwe yên rojane de pirsgirêkan dijî, dem bi dem tê asta ku nikare bimeşe û bi alîkariya hevalên xwe pêdiviyên xwe pêk tîne.  Dîlek destnîşan dike ku ew li girtîgeha lê tê girtin bi caran daxwaza biçe nexweşxaneyê dike, lê dema ku dişînin li gel kelepçeya di dest de leşker jî dixwazin bikevin milên wê û ew jî ji ber ku red dike nikare biçe tedwiya xwe bike. 
 
Hevjînê Dîlekê banga hestiyariyê kir
 
Tê aşkera kirin ku ger Dîlek neyê dermankirin di demên pêş de ji ber nexweşiya lê peyda bûye wê nikaribe bimeşe. Hevjînê Dîlekê di serî de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekitiya Tabîbên Tirk û Baroyê, banga hestiyariyê li raya giştî kir û xwest ku ji bo Dîlekê bê dermankirin bikevin tevgerê.