Derbarê 5'emîn salvegera komkujiya Şengalê li Beyrûtê civîn pêk hat

  • 10:49 1 Tebax 2019
  • Rojane
Roj Hozan
 
BEYRÛT - Bi boneya 5'emîn salvegera  komkujiya Şengalê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Êzidîyan de, jinên Komeleya Newroz û Encumana Jinên Lubnanî komcivînek bi navê Şengal li dar xistin.
 
Bi pêşengtiya Komeleya Newroz û Encumana Jinên Lubnanî bi boneye 5'emîn salvegera komkujiya çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Êzidîyan û bi taybet jinên Êzidî yên li Şengalê, jinan komcivînek li dar xistin. Di komcivînê de bi dehan jinên sazî û rêxistinên jin yên Kurd, Ereb, Ermen yên Lubnanê beşdar bûn. Semînervanên komcivînê Seroka Encumana Jinên Lubnanê Ikbal Doxan, Sroka Komeleya Newroz Henan Osman, Seroka Komeleya Piştgirtiya Jinên Êzdî Ferîda Sedo bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê komcivînê dest pê kir.
 
'Komkujiya Şengalê destdirêjiya li ser nirxên mirovahiyê bû'
 
Di destpêka komcivînê de Seroka Komeleya Newroz Henan Osman axivî û bal kişand ser êşên ku Êzidîyan di wê rojê de jiyane û wiha got: "Tundiya ku çetên DAIŞ'ê li Êzidîyan kirin pir giran bû. Bi wehşetek mezin gelek mirov kuştin, revandin û malên wan talan û wêran kirin. DAIŞ destdirêjî li ser nirxên mirovahiyê kir. Li Şengalê ehlaqên mirovahiyê hatin binpêkirin û her kes jî temaşe dikir. Li ber çavên cîhanê komkujiya Şengalê pêk hat. Ji bo wê jî bi salvegera vê komkujiyê  divê cîhan rexnedayina xwe bide û hewldanên xwe bikin da ev komkujiyên qirêj di dîrokê de dubare nebin."
 
'Êşa Şengalê giyanê me hemû jinan hejand'
 
Seroka Meclîsa Encûmana Jinên Lubnanî Iqbal Doxan jî ev komkujî şermezar kir û da zanîn ku bûyera li Şengalê pêk hat êşeke mezin bû û giyanê hemû jinan hejand û wiha axaftina xwe dom kir: "Di sala komkujiyê de em hemû bûne şahidê hovîtiyeke mezin. Êzidiyan êşek mezin kişandin. Dibe ku gelek mirov ne di wê ferqê de bin, lê me baş zanîbû ku li Şengalê rihê mirovan tê perçiqandin. Em pir pê êşiyan û heta niha jî em êşa wê dikşênin. Em dixwazin niha wekî jin em yekdest bin û zordestiya li ser tevahî jinan bi dawî bikin da ku dîsa careke din jin rastî bûyerên tundiyê û komkujiyê neyên."  
 
Her wiha Seroka Encumena Piştgirtiya Jinên Êzidî Ferîda Sedo qala roja fermanê kir û got: "Roja fermanê rojeke reş bû û bi taybet ji bo jinê wiha bû. Gelek jin bûn hedefa DAIŞ'ê. Fikrên DAIŞ'ê siberoja gelan tarî dikir.  Eger em qala wê rojê bikin axaftin têrê nakê. Gelek bûyerên tundiyê li ser me hatin kirin û tu kes xwedî li me derneketin. Piştî ku ferman giran bû, êdî hêrsa berxwedanê li gel  me pejirî û bi alîkariya hêzên azadîxwaz û demokrasî hêzên YPG/YPJ'ê ji nû ve wekî  Êzidî em komî ser hev bûn. Me vîna xwe bi avakirinên nû mezin kir û em bûn bersiv ji hovîtiya van çeteyan re. Piştî rizgarkirina Şengalê me hêza xwe ya leşkerî ava kir ji bo ferman li ser me dûbare nebin û Êzidî nebe qurbaniyên şer. Heta dawiyê jî em dibêjin em deyindarên fikirê azad in. Rojên fermanê nayên jibîrkirin."
 
Piştî axaftinan sînevizyon derbarê mijara fermana Şengalê de hat pêşkêşkirin. Komcivîn bi pirs û bersivên jinan hat bidawîkirin.