Bi merasîmeke girseyî Eyşe Mustefa hat oxirkirin

  • 10:30 1 Tebax 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi sedan şêniyên Kobanê ji Rêveberiya Mala Jinê Eyşe Mustefa Alî û ajokarê maşîna Mala Jinê,  Xalid Kemal, li goristana şehîd Dicle oxir kirin. 
 
Malbata Eyşe ji 7 kesan pêk tê û Eyşe zaroka 6'an ne, temenê wê 45 saliye, navê dayika wê Edla Mehmûd û navê bavê wê Mustefa Serxweş e. Di sala 1974'an de li gundê Xanika Avdo yê girêdayî navçeya Çelebîya kantona  Kobanê çavên xwe ji dinyayê re vedike. Dibistana  amedehiyî beşa wêje bi zimanê Erebî dixwîne û astek ji zimanê Kurdî xwendiye. Eyşe ji ber sedema nexweşiya dayik û xwişka xwe nezewicî û bi awayekî dilxwaz wan xwedî dike. 
 
Malbata Eyşe 20 sal li bajarê Tebqa dijîn, beriya şerê Kobanê bi demek kurt malbat derbasî bajarê Kobanê dibin. Di dema şerê Kantona Kobanê de bi malbatê re koçî Bakurê Kurdistanê dikin. Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê di 2016'an de Eyşe bi endamên Mala Jinê re dest bi avakirian saziyê dike û bi gelek zihimetî û pirsgirêkên civakê re rû bi rû dimînin. Li beranberî zîhiniyeta baviksalarî gelek têdikoşe. Eyşe di heman demê de cihê xwe di rêveberiya Mala Jinê de digire û berdevka komîteya edaletê bû. Ji bo bikaribe hem rêvebertiyê bike û hem jî jinan bi awayekî baş perwerde bike du dewreyên perwerdeya bîrdozî di akademiya Ş. Şîlan Kobanê de dibîne. Eyşe ne tenê rêvebir e, di heman demê de 4 salan jî hemşîretî kiriye. 
 
Eyşe û ajokarê maşîna Mala Jinê Xalid Kemal di 30'ê Tîrmeha 2019'an de dema ku ji konê çalakiya mertalên zindî yê gundê Ziyareta ku girêdayî navçeya Qinê ye dikeve Rojavayê bajarê Kobanê bi 6 hevalên xwe yên jin di dema vegerê de, ji rêya di ber bajarê Cereblûsê re berê xwe didin bajarê Kobanê. Pê li mayîna ku berê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve li wir hatibû veşartin dikin û di encama teqîna mayînê de Eyşe û Xalid jiyana xwe ji dest didin. 5 kes bi sivikî birîndar dibin û yek jî tenê ji ber zexta zêde bandor dibe. 
 
Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, Komîn, Meclis, endamên Mala Jinê, Rêxistina Sara, Kongreya Star, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şehîdan, alên Kongreya Star hatin hildan.
 
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Piştre li ser navê edaleta civakî Newroz Esed axivî û wiha got: "Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Heval Eyşe di xebatên xwe de gelekî serkeftî bû, hemû pisgirêkên gel bi awayekî dadgehî çareser dikir. Di Mala Jinê de gelek pêşketin derxistin û jin bi xwe re rêxistin dikirin. Em soz didin Eyşe ku em ê kar û xebatê Mala Jinê bidin meşandin û pêş bixin."
 
Paşê li ser navê Rêveberiya Kongreya Star Felek Yûsif bal kişand ser têkoşîna Eyşe û wiha axivî: "Eyşe jineke tekoşer bû, di her derê de cihê xwe digirt, her tim di karê xwe de dixwest ku hevjiyaneke azad di navbera civakê de ava bike, lê belê dema ku serdana konê çalakiyên mertalên zindî li gundê Ziyaretê kirin, di encama teqîna mayînekê de jiyan xwe ji dest da. Em ê şopdarê riya wê bin. Em ê li mîrateya wê ya têkoşînê xwedî derkevin."
 
Her wiha li ser navê Partiya Yektiya Demokratîk ( PYD) Bekir Hec Îsa axaftin kir.
 
Piştre Saziya Malbatên Şehîdan wesîqeya berxwedêran xwendin û cenazeyên her du têkoşeran li ser milê jinan hatin rakirin û sipartin axê.