Ji jinên TJA’yî bang: Li dijî talanê rêya yekane avakirina civaka demokratîk e
- 09:17 1 Tebax 2019
- Rojane
WAN -Jiên TJA’yî yên kampanyaya ‘ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ dan destpêkirin, diyar kirin ku kampanya di serî de li dijî tecrîdê, li dijî şîdeta li ser jin û zarokan, qirkirina xwezayê û talanê alternatîfek e û bang li hemû jinan kirin ku li dora civaka demokratîk ya rêya sêyem têbikoşin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi kampanya ‘ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ li dijî tecrîd, şîdeta li ser jin û zarokan, tacîz û tecawizê, krîza aborî, qirkirina xwezayê starta têkoşînê da. Di vê çarçoveyê de duh li Wanê bernameya kampanyaya starta wê hat dayîn.
‘Li dijî pêkanînên dijdemokratîk’
Ji aktîvîstên TJA’yê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, armanca kampanyayê nirxand û got ku bernameyeke 6 mehan bi bandor amade kirine û kampanya tenê ne li dijî şîdeta li ser jin û zarokan e. Gulcanê wiha got: “ Kampanya li dijî pêkanînên dijdemokratîk yên dewletê ye. Li dijî qirkirina ekolojîk e. Em ê di vê çarçoveyê de xebatên xwe bimeşînin.”
‘Şîdeta dewletê roj bi roj didome’
Gulcanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku hefteyek berê li taxeke girêdayê bajêr bûyera îstîsmarkirina zaroka 8 salî hatiye jiyîn û wiha pê de çû: “Mixabin li welat dewlet li dijî van bûyeran pêvajoya hiqûqî ya pêwist nameşîne, di encama pratîkên ‘rewşa baş’ de bûyerên wisa roj bi roj zêde dibin. Ji ber cezayên bi bandor pêk nayên. Dîsa xwezaya me roj bi roj tê wêrankirin. Di serî de Heskîf, çêkirina bendavan xwezaya me texrîd bike.”
‘Em jin bi hev re xurt in’
Gulcanê di dawiyê de wiha got: “Rêya sêyemîn rêya civaka demokrtîke, me di çarçoveya vê de kampanya xwe da destpêkirin. Ev ne tenê ya 6 mehane. Beriya vê jî hebû. Em wek jin wê her tim li dijî van pêkanînên dijdemokratîk bisekinin. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Divê hemû jin li dora kampanyayê bibin xelek. Em jin bi hev re xurt in.”
‘Hewl didin jinan ji hemû qadan derxînin’
Aktîvîstek din ya TJA’yê Rojbîn Bor jî anî ziman ku pêkanînên dijdemokratîk, qirkirin li ser bedena jinan û psîkolojiya wan pêk tê û got: “Divê jin li dijî vê qadek têkoşînê pêş bixînin. Ne tenê di qada siyasetê, dixwazin jinan ji hemû qadan tune bikin. Jin di trafîkê de jî rastî rolên zayendî tên. Di her qada jiyanê de rastî gotinên zayendî tên. Li dijî vê divê jin sekna xwe nîşan bidin.”
‘Civak ne tecawizkar, mexdur sûcdar dike’
Rojbînê her wiha balkişnd ser îstîsmara zarokan û got: “Li Wanê mêrek zarokekî îstîsmar dike. Zaroka 8 salî bi kuştina bavê wê tehdîd dike. Dîsa civak ne tecawizkar, mexduran sûcdar dikin. Divê em li dijî vê têbikoşin. Em ê hewl bidin di kampanyayê de bi hemû jinan re bi hev re têbikoşin.”
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya jî ku piştgirî da jinên TJA’yê wiha got: “Ez jî bang li hemû jinan dikim ku piştgiriyê bidin kampanyayê. Ez dibêjim ku ji bo aştiyeke mayînde rabin ser piyan. Yekane çareseriyan ji aştiyek bi rumet derbas dibe.”