Şevîn Ceylan: Em ê xwe rêxistin bikin û bi hêz bibin

  • 09:13 1 Tebax 2019
  • Rojane
AMED - Yek ji rêveberên Komeleya Jinan a Rosa Amber Şevîn Ceylan, da zanîn ku feshkirina Peymana Stenbolê nikare bê qebûlkirin û wiha got: “Ger peyman bi rêk û pêk bihata pêkanîn, îro wê gelek hevalên me yên jin bijiyana. Em ê vê tarîtiya ku hewl didin me bikinê tu car qebûl nekin. Em ê xwe rêxistin bikin û bi hêz bibin.”
 
Peymana Stenbolê di 11’ê Gulana 2011’an de li Stenbolê ji îmzeyê re hat vekirin û di 1’ê Tebaxa 2014’an de ket meriyetê. Peymana Stenbolên, ji bo pêşîgirtina şîdeta li ser jinê, ji bo parastina jinê, ji bo gumanbarên şîdetê bên cezakirin û darizandin, bi baldariyek mezin hatibû amadekirin. Peymana ku di parastina jin û zarokan de bi bandor bû, dem bi dem rastî êrîşa hinek aliyan hat. Ligel xalên di peymanê de, di mijara pêşîgirtina şîdeta li ser jin û zarokan de berpirsyariyek dida welatên alîgir.
 
Di demên dawî de li ser Peymana Stenbolê nîqaş tên meşandin û desthilatdarî îdia dike ku xalên ku muhafazakar jê nerehetin hene. Lê jin bi têkoşîna xwe diyar dikin ku ew dest ji mafên xwe bernadin. Rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Amber Şevîn Ceylan, der barê nîqaşên li ser peymana Stenbolê de nirxandin kir.
 
‘Feshkirina peymana Stenbolê nayê qebûlkirin’
 
Şevînê got Peymana Stenbolê di 1’ê Tebaxa 2014’an de ketiye meriyetê û Tirkiye jî ev peyman îmze kiriye û got: “Peyman gelek berpirsyariyan dide welatên ku peyman îmze kirine. Tenê bi berpirsyariyê jî namîne, kontrola ku xal pêk tên an na jî dike. Tişta ku divê îro me nîqaş bikira, ne peyman, divê pêkhatina xalan bûna. Lê mixabin nokteya em hatinê feshbûna peymanê ye. Em dizanin ku ev di encama gotinên desthilatdariyê, çapemeniya alîgir û derdora wan de, pêk hatiye. Peymana Stenbolê destkeftiya têkoşîna jinan bû. Feshkirina peymanê nikare bê qebûlkirin. Ger xalên peymanê pêk bihatana wê niha îro gelek hevalên me bijiyana.”
 
‘Dijminahiyeke li dijî jinan zêde dibe heye’
 
Şevînê destnîşan kir ku zêdebûna kuştinên jinan, îstîsmara zarokan, tacîz û tecawizan di encama êrîşên dewletê yên li hember destkeftiyên jinan de pêk tên û ev tişt bi lêv kir: “Dewleta divê jinan biparêze, kujeran, gumbanaran diparêze û cezayê wan dadixin û bê ceza dihêlin. Em pir baş dizanin ku nîqaşên îro ji aliyê desthilatdariyê ve tên kirin li dijî destkeftiyên jinane. Bi taybet di demên dawî de nîqaşên wekê mafê nefeqeyê, kurtajê, destberdanê û navbeynkariyê nîşaneya vê ye. Di demên dawî de dijminahiyeke mezin a li dijî jinan heye. Her diçe şîdet zêde dibe. Di dîrokê de her tim êrîşa li hember maf û destkeftiyên jinan berdewam kiriye. Bi polîtîkayên dijminahiya jinan şîdeta li ser jinê empozeyê civakê dikin. Di encama vê de şîdet ji malê bigirin heta dibistanan heta kargeriyan çûye. Em wek tevgera jinan vê qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe li her qadê li dijî vê bidin.”
 
‘Em ê xwe rêxistin û xurt bikin’
 
Şevînê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “ Em wek Komeleya Jinan a Rosayê bang li hemû jinan dikin ku xwedî li ked, îrade û têkoşînê derkevin. Em tu car dest ji têkoşîna xwe bernadin. Divê hemû jin li dijî polîtîkayan dengê xwe bilind bike. Em bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin ku li dijî êrîşên li hember destkeftiyên jinan bêdeng nemînin. Em ê tarîtiya ku hewl didin me bikşînin nav, tu car qebûl nekin. Em dest ji destkeftî û mafên xwe bernadin. Em ê xwe rêxistin û xurt bikin.”