ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2019'AN

  • 09:00 1 Tebax 2019
  • Rojev
*Di ser fermana 3'yê tebaxê ya sala 2014'an re 5 sal derbas bû. Şahida fermanê Meyan Hesen diyar kir ku êşa fermanê gelek kûr e, birînên bêderman vekirin û got: "Fermanê gelek êş û windahî bi xwe re anîn û zarok di hembeza dayikên xwe de mirin. Rêwitiya me piştî Şengal hat rizgarkirin bi dawî bû û em niha li ser axa xwe dijîn." BI DÎMEN
 
*Jinên kurd, ereb, tirkmen û çerkez li dijî dagirkeriyê piştgirî didin çalakiya mertalên zindî û gotin "Herêma ku Erdogan qal dike bi ewleye û ji bo dagirkirinê hincetan digerin. Em 'ewlehiya ku dagirker avadikin naxwazin'." BI DÎMEN 
 
* Piştî rizgarkirina Şehbayê, ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan 4 navend hatin vekirin. Rêvebera Mala Jinan Rifet El Ehmed, diyar kir ku jin her tim bûn qurbana zîhniyeta serdest û got: "Lê îro jin kêm an jî zêde bi pirsgirkên xwe re mijûl dibe û dikare bibe bersiva pirsgirêkên civakê jî." BI DÎMEN 
 
*Jinên Efrînê yên ku li kampên Şehbayê bi cih bûne, bi nexweşiyên cur bi cur re rûbirû ne û bang li saziyên mafên mirovan kirin ku divê alîkariya dermanan ji bo wan bikin. BI DÎMEN 
 
*Dayikên li Qamisloyê dijîn çanda çêkirina xwarinên herêmî didominin û gotin: "Çêkirina xwarinên herêmî zindîkirina ruhê çanda dayikên kurda ye. Hêviya me ew e ku xwarinên me yên herêmî neyên jibîrkirin û her dayikek divê çêkirina xwarinên herêmî hînê zarokên xwe bikin' BI DÎMEN
 
*Gerda Taro ya şahidiya şerê navxweyî ya Spanyayê kir û hovîtiya hat jiyîn bi wêneyên xwe kir belge, di ser qetilkirina wê re 82 sal derbas bû. Gerda ku wêneyên wê di rupelên dîrokê de cih girtin, yekem windaya jin a dîroka wêneyan e ku 1’ê Tebaxê de hatibû dinê.
 
*Yek ji rêveberên Komeleya Jinan a Rosa Ameber Şevîn Ceylan, da zanîn ku feshkirina Peymana Stenbolê nikare bê qebûlkirin û wiha got: “Ger peyman bi rêk û pêk bihata pêkanîn, îro wê gelek hevalên me yên jin bijiyana. Em ê vê tarîtiya ku hewl didin me bikinê tu car qebûl nekin. Em ê xwe rêxistin bikin û bi hêz bibin.” BI DÎMEN
 
*Jinên TJA’yî yên kampanyaya ‘ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ dan destpêkirin, diyar kirin ku kampanya di serî de li dijî tecrîdê, li dijî şîdeta li ser jin û zarokan, qirkirina xwezayê û talanê alternatîfek e û bang li hemû jinan kirin ku li dora civaka demokratîk ya rêya sêyem têbikoşin. BI DÎMEN
 
*Burcu Ozaydin, diyar kir ku afirandina qada jiyanê ya wekheviya zayendî û ekolojîk zehmete lê ne bêderfete û got têkoşîna jinan dikare der barê polîtîkayên çandinî û xurekê de çareseriyan pêk bîne. BI DÎMEN