'Kooperatîf ji bo zidnîkirina ruhê komunal û geşkirina aboriya jinê ne'

  • 15:48 31 Tîrmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi pêşengtiya Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star û ji bo geşkirina  aboriya jinan 2 Kooperatîfên ku nanê tennûrê çêdikin bi navê Rojava li navçeya Til Temir hatin vekirin.
 
 Li navçeya Til Temir a Kantona Hesekê  li gundê Qebir Kebîr du kooperatîfên jinan yên ku nanê tenûrê çêdikin bi merasîmekê hatin vekirin. Di merasîma vekirinê de gelek endamên sazî û rêxistinên jinan her wiha Endama Komîteya Aboriya Jinê ya Kantona Hesekê Armanc Mihemed û Cewher Silêman jî beşdar bûn.
 
'Derfet nedidan jinê'
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endama Rêveberiya Komîteya Aboriya Jinê ya Navçeya Til Temir Melsa Dêrik axivî û girîngiya geşkirina aboriya jinê û zindîkirina rihê komînal di navbera jin û civakê de nirxand û wiha got :"Di serdemên berê de jin di aliyê aboriyê de li paş hatibûn hiştin, ango bi zanebûn derfet nedidan jinê ku bixebitê û sûd ji berhemên xwe bigrê. Piştî ku Komîteya Aboriya Jinê hat avakirin, êdî me dest bi amedekariyên avakirina projeyan kir. Projeyên ji bo aboriya jinê rastî elaqeyeke mezin ajinan hat, Ji bo wê jî em dikarin bibêjin êdî keda jinê û berhemên wê bi destê wê tên afrandin."
 
'Divê jin zanînên xwe bi civakê re parve bike' 
 
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hûda El-lişlaş vekirina  koopetartîfan pîroz kir û wiha got:"Em di wê baweriyê de ne ku jin wê bikaribin dîroka xwe zindî bikin. Zanebûna ku ji wan hatiye dizîn ji nû ve bidest bixin û sûdê ji civaka xwe bigirin, aboriya jin hebûna jinê mayin de dikê û civakê li ser piyan dihêlê."
 
Piştî vekirina kooperatîfan, xebatkaran des bi çêkiria nan kirin û tenurên xwe dan xebitiandin.