Mînîbusa karkerên demsalî qeza kir: 21 kes birîndar bû
- 12:19 31 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - Karkerên demsalî ji bo komkirina findikan xwestin biçin Deryaya Reş lê di navbera rêya Amed û Çewlîkê de minîbûsqa tê de qeza kir, 3 kes bi girînî bi tevahî 21 kes birîndar bû.
Li ser rêya di navbera Amed û Çewlîkê de mînîbûsa ku karkerên demsalî tê de bûn qeza kir û di encamê de 3 kes bi giranî bi tevahî 21 kes birîndar bû. Hat diyarkirin ku di nav karkên demsalî de zarok jî hene. Hat ragihandin ku karkerên demsalî ji bo komkirina findikan ji Amedê ber bi Deryaya Reş ve bi rê ketibûn.
Piştî ku kesên derdorê agahî dan ekîbên tenduristiyê, birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Lîcê û nexweşxaneyên Amedê.
Serdozgeriya Komarê biryara girtina ajokarê mînîbusê da.