'Asîmanê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê divê li balafirên şer bê qedexekirin'

  • 11:52 31 Tîrmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ -  Nûnerên partiyên siyasî û serokeşîrên (Êlên) Ereb li navçeya Serêkaniyê daxuyaniyek dan û gefên dewleta tirk ê li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne şermezar kirin û gotin: "Dewleta tirk yekîtiya gelên herêmê dike hedef, em ê li hemberî dagirkeriya wan bêdeng nemînin û li kêleka Hêzên QSDê bin."
 
Li hemberî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkayên taybet tên meşandin. Bi tevlîbûna dehan serokêşîr, nûrên partiyên siyasî yên wekî MSD'ê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Têkiliyên Diplomasî yên Parastina Xabûrê, Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê, Partiya Mûhavîzên Demokratîk û şandeyek ji Meclisên Kantona Hesekê, bi dirûşma "Bila Herêma me ji tevgera balafirên şer were qedexekirin" li Meclîsa Federal a Navçeya Serêkaniyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê komê serokeşîr Fewaz El-Zube daxuyanî xwend. 
 
'Projeya dagirkeriyê didomin'
 
Di daxuyaniyê de qala serkeftinên dîrokî hat kirin û wiha hat gotin: "Hêzên QSD'ê bi serkeftinên xwe yê dîrokî mohra xwe li dîrokê dan. Bi têkbirina DAÎŞ'ê re êdî pêvajoya xwe ji nû ve avakirin û rêxstinbûn hatin destpêkirin. Bi kêlî kêlî dawî li projeya nûjenkirina osmaniyan anîn.  Dûrxistina wan a ji Herêma Ewle re hêrsek bi di hundirê wî de hat avakirin. Tirkên ku Efrîn, Bab, Cerablus, Izaz û Idlibê dagir kir dixwaze projeya xwe ya dagirkeriyê dewam bike."
 
Di daxuyaniyê de daxwaz wiha hatin bi rêzkirin; 
 
"* Divê Civaka Navdewletî li hember dagirkerî û gefên dewleta tirk ên dijî Biryarên Desteya Navdewletî, berpirsiyar be.
 
 *  Divê asîmanên herêmên Bakûr û Rajhilatê Sûriyeyê ji balajiran re bên qedexekirin. 
 
 *  Divê Herêmeke Ewle bêyî Tirkiyê di bin çavdêriya hêzên Navdewletî de were avakirin.
 
 * Ji ber sedema derxistina aloziya Tirkan û belavkirina wê li dewletên cîranan re, divê Civaka Navdewletî erkê xwe yê parastina gelan dike ku di Biryara Meclîsa Ewle de pêk hatiye, pêk bîne.
 
 * Divê Koolîsyona Navdewletî erkê xwe li hemberê Hêzên Leşkerî û saziyên civaka sivîl pêk bîne.
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Em soz didin hêzên xwe yên leşkerî wekî QSD'ê ku em ê her li kêleka wan bin û bi yekîtiya xwe planên dagirkeran vala derxînin."
 
Piştî daxuyaniyê serokên eşîrên ereban, partî û şandeyên ku tevlî daxuyaniyê bûn, bi meşê çûn serdana leşkerên QSD'ê ya li Serêkaniyê.