Jinan dê di 3'yê tebaxê de li Fransayê çalakî li dar dixin

  • 11:01 31 Tîrmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a Fransayê bi minasebeta salvegera fermana Êzidiyan, dê di 3'yê tebaxê de çalakiya rêzgirtinê li dar bixin û gotin: "Bi hezaran jin û zarokên Êzidî di destê DAÎŞ'ê de ne û dewletên serwer di dema fermanê de jî bêdeng bûn û niha jî bêdeng în."
 
Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) bi minasebeta salvegera fermana Êzidiyan a 3'yê tebaxê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya nivîskî de hat diyar kirin ku li ser fermanê 5 sal derbas bûn û wiha hat gotin: "Li ser fermana qirkirina Şengalê re 5 sal derbas bûn. Beriya her tiştî yên ku di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmert em bi bîr tînin.''
 
TJK-F'yê di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser revandina jin û zarokan û wiha hat gotin: "Bi hezaran jin û zarokên keç hatin revandin û bi kirin kole. Hêj jî ji gelekan agahî nayê girtin. Ji wê rojê ve malbat zarokên xwe yên winda digerin û hewl didin ku birînên xwe bikewînin.''
 
Di daxuyaniya nivîskî de bêdengiya cîhanê hat bibîranîn û wiha dom kir daxuyanî: "Li ber çavê cîhanê û bêdengiya dewtên serwer bi hezaran kes hatin qetilkirin û li bazaran hatin firotin. Niha jî di destê DAÎŞ'ê de bi hezaran jinên Êzîdî hene, divê ew demildest bên xilaskirin."
 
TJK-F'yê di daxuyaniyê de bang li jinan kir û wiha got: "Dê di 3'yê tebaxê saet 11.00'an li hemû derê cîhanê wê deqeyekê rêzê bigirin. Em bang li jinên Fransayê dikin ku li herêmên xwe tevlî çalakiyê bibin.''