Kesên li Heskîfê hatin binçavkirin hatin berdan
- 10:48 31 Tîrmeh 2019
- Rojane
ÊLIH - HDP'yiyên ku xwestin mayîna Heskîfê di binê avê de şermezar bikin û hatin binçavkirin piştî îfadeya wan hat girtin hatin berdan.
Bi piştevaniya Koordînasyona Heskîfê ya Êlihê û Koordînasyona Heskîfê ya Amedê ku Meclisa Ciwanan a HDP'ê jî piştgiriya wê kir çalakiya şermezarkirinê li dijî binavkirina Heskîfê duh hatibû lidarxistin. Polîsan êrîşî çalakgeran kir û 10 kes binçav kiribûn kesên hatin binçavkirin û birin Muduriyeta Emniyetê ya Heskîfê. Kesên hatin binaçavkirin piştî îfadeya wan hat girtin hatin tehliyekirin.