Berrîn Sonmez: Yên şîdetê li jinan dikin li dijî Peymana Stenbolê ne

  • 09:28 31 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ENQERE - Aktîvîst femînîst Berrîn Sonmez piştî mafê nefeqeyê daxuyaniyên ku Peymana Stenbolê hedef digire nirxand û got: “ Mêrên şîdetê li jinan dikin dixwazin Peymana Stenbolê bê feshkirin. Daxwaza feshkirina peymanê, daxwaza berdewamkirina şîdeta li hemberî jinê ye. Divê hemû jin ji bo peymanê têbikoşin.”
 
Femînîst aktîvîst Berrîn Sonmez der barê mafê nefeqeyê û Peymana Stenbolê de axivî. Berrînê da zanîn ku sê tîp nefeqe heye û wiha got: “Ya yekem nefeqeya xizaniyê ya duyem ya îştîraqê ya sêyemîn jî ya lênerînê ye. Nefeqeya lênerînê ji bo dê û bavê bi lênerînê berpirse tê dayîn. Ya îştîrazê ji bo zarok tê dayîn ya xizaniyê jî ji bo hevjînê tê dayîn. Lê şerta wê heye. Piştî zewac diqede aliyê ku dikeve xizaniyê dikare daxwaz bike. Nefeqeya xizaniyê di qanûnan de bê zayend hatiye nivîsin. Dema mêr bikeve xizaniyê ji bo mêr jî tê dayîn. Li welatê me ji ber aboriyê jin zêdetir xizan dibin.”
 
‘Çav berdidin mafê nefeqeyê’
 
Berrînê bi lêv kir ku rakirina nefeqeyê, kêmkirin û zêdekirina nefeqeyê bi awayekî aşkera di xala 176’emîn de tê nivîsîn û got: “Di Destûra Bingehîn de mafê nefeqeyê beyî dem beyî ku sînor bê diyarkirin hatiye nivîsîn. Piştre bi tiştên din hat berdewam kirin. Hat gotin ku ‘nefeqeya heta mirinê’. Gotin ‘Jin mêran wek saziya SGK’ê dibînin’. Lê beşeke mezina nefeqeyên tên dayîn di navbera 150-300 TL’yî de ye. Gelek kesên berpirsin ku vê nefeqeyê bidin nadin. Pisgirêka me ya esas nefeqeyên ku nayên dayînê ne. Li şûna ku divê sererastkitinên îdarî bên kirin tên çav ber didin mafê nefqeyê yê jinan.”
 
‘Kêm be jî ewlehiyek e’
 
Berrînê diyar kir ku neqefe jimareke kêm be jî ji bo jinên ku aboriya wan nebaşe, yên naxebitin ewlehiyeke û wiha axivî: "Merciyên darazê her tim li dijî destberdanan dibêje ‘yekitiya malbatê’. Lê dema jin daxwaza destberdanê dikin pêşdarazên cuda çêdibin. Dema mêr dixwazin dest berdin ‘dibêjin bila dozên berdanê wisa dirêj berdewam nekin û zû biqedin.’ Ji ber vê jî newekheviya li hember jinê bi awayekî bêperwa tê meşandin û ji desthilatdarî û partiyên siyasî jî piştgiriyê dibîne.”
 
‘Dixwaza berdewamkirina şîdetê dikin' 
 
Berrînê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser nîqaşên li ser Peymana Stenbolê û bilêv kir: “Peymana Stenbolê; Peymana pêşîgirtina şîdeta li ser jinê ye. Ev peymaneke raste rast der barê şîdetê ye. Ji ber vê jî daxwazkirina feskirina peymanê tê wateya ku bila şîdet berdewam bike. Gelo partiyên siyasî çawa şerm nakin ku vê tînin ziman. Daxwaza feskirina peymanê tu eleqaya wê bi ol û hevdembûnê re tune. Berdewama zîhniyeta serdest ya mêr e. Dibêjin ‘ji bo dest bernedin em nefeqeyê bigirin, peyaman Stenbolê rakin û mahkumê şîdetê bikin.”
 
‘Partiyên siyasî îradeyek nîşan nedan'
 
Berrînê got Peymana Stenbolê diyar dike ku welatên Ewropayê jî tê de têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê sîstematîze dike, ji çawa ji holê tê rakirin û xeta têkoşîna li dijî şîdetê aydê dewletê ye û dema dewlet vê peywirê pêk tînin jî bi van rêbazan têdikoşe û got: “Em behsa peyamanek ku cezakirinên navneteweyî pêk tîne dikin. Hêza cezakirinê ya Peymana Stenbolê heye. Qanûna şîdetê ya hejmar 6284 hat amadekirin. Ev kanûn bû qanûneke ku peyman wê pêk bê. Dema Fatma Şahîn de hat îmzekirin. Hat qebûlkirin. Qanûn çû pêkanînê. Meşvana vê jî Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî bû. Lê partiyên siyasî mixabin di vê mijarê de îradeya xwe dananîn holê. Partiyên siyasî li dijî feskirina Peymana Stenbolê tênakoşin. Partiya siyasî di saziya KADEM’ê ku nîv fermiye got ‘Peymana Stenbolê ne bê alternatîfe.’ Demek kurt beriya wê serokomar got ‘ne esas e’. Ew mafên me ne. Em ê mafên xwe biparêzin û li dijî xespkirina mafên xwe bêdeng nemînin.”
 
‘Divê hewldana jinan hebin’
 
Berrînê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku rêxistinên jinan ji nûve kampanyayan pêk tînin, xebatên teorîk yên berfireh dikin û der barê pêşerojê de hedefan diyar dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê li hember êrîşên ku bandorê li ser hemû civakê dike têkoşîn bidome. Ji ber êrîş pir zêdene divê tevgera jinan bi awayekî xurt pêş bixe. Di mijara nefeqeyê de bertekên mezin hatin nîşandan. Divê ji bo Peymana Stenbolê jî jin bikevin hewldanê.”