Parêzer Ekîn Yeter: Li Tirkiyeyê qanûnên navneteweyî tên binpêkirin
- 09:23 31 Tîrmeh 2019
- Rojane
Zeynep Durgut
WAN - Li Tirkiyeyê li dijî parezeran zext û êrîş roj bi roj zêde dibin. Parezerên ku êdî nikarin di dadgehan de parastinên siyasî bikin bi gefên mezin re rû bi rû ne. Têkîldarî êrîşên li ser parezeran parêzera OHD’ê Ekîn Yeter axivî.
Li Tirkiyeyê li dijî parêzeran zext, êrîş û binçavkirin her ku diçe zêde dibin. Li gorî rapora Netewên Yekbûyî(NY) ya di sala 2018’an de hatiye parvekirin, piştî di sala 2017’an de 570 parêzer hatin girtin, der heqê 470 parêzeran de doz hatine vekirin, 79 parêzer bi cezayên giran re rû bi rû man û 14 serokên baroyan jî hatine girtin. Her wiha li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer bi 78 lêpirsîn û dozên cuda re rûbirû mane. Tê diyarkirin ku gelek parêzer bi gefên girtinê re rûbirû ne. Parêzera OHD’ê Ekîn Yeter têkîldarî zext û êrîşên li ser parêzeran nirxandin kir. Ekînê anî ziman ku li Wanê der barê 40 parezeran de lêpirsîn hatine vekirin û got, ev jî nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê hiquq têk çûye.
‘Binpêkirina mafan pêşiya pergala hiquqê digire’
Ekînê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku heta niha gelek parezer li kursiyên bersucan hatine rûniştandin û hatine darizandin û wiha axivî;”Çawa ku civak bi zextan re rûbirû dimîne em jî wekî civakê bi zextan re rûbirû dimînin. Binpêkirina mafan pêşiya pergala hiquqê digire. Em niha bi pergala binpêkirina mafan re rûbirû ne. Bi polîtîkayên terpisandinê hiquqê perçe perçe dikin. Der barê parezeran de bi dehan lêpirsîn hatine vekirin. Li Wanê der heqê 40 hevalên me de lêpirsîn hatine vekirin. Bi mehan telefonên hevalên me hatine guhdarîkirin, xebatên wan yên di warê hiqûqê de wekî suc hatine dîtin û ji aliyê dadgehê ve jî heman tişt tê kirin. Bi lêpirsînên ku derbarê me de hatine vekirin tê xuyakirin ku hiqûq têk çûye.”
‘Li Tirkiyeyê qanûna navneteweyî tê binpêkirin’
Ekînê anî ziman ku di darizandina parezeran de peymanên navneteweyî hatine binpêkirin û wiha pê de çû;” Ji bo ku der heqê parezerekî/ê de lêpîrsîn bê vekirin divê destûr bê xwestin û pişt re ew lêpirsîn dest pê bike. Ev di qanûna parezeriyê de jî û di peymanên navneteweyî de ji wiha derbas dibe. Lê li Tirkiyeyê ev qanûn tê binpêkirin û bê destûr û pir rehet der heqê parezeran de lêpirsînê vedikin. Ew parastina ku parêzer di hêwana dadgehê de dike wekî suc tê dîtin. Xebatên parezeriyê wekî suc tên dîtin. Di wan rojên derbasbûyi de hevalek me ji bo ku parastineke siyasî kir der heqê wî de lêpirsîn hate vekirin û salek cezayê girtîgehê jê re hate birîn. Ev parastina wî wekî propagandaya rêxistinê hate nirxandin û ceza hat birîn. Ev nêzîkatiya dadgehê bi tu awayî nayê qebûlkirin.”
'Ji ber me li gel dayikan cih girt em hatin cezakirin'
Ekînê da zanîn ku di pêvajoya grevên birçîbûnê de ji der heqê gelek parezeran de cezayê pere hate birîn û wiha got:” Hem di peymanên Tirkiyeyê de hem jî di mevzuata navneteweyî de jî taybetemendiyeke parêzeran heye. Tirkiye hem li dijî van hem jî dijberî van rêbazam tevdigere. Li Tirkiyeyê parêzer bi gefên mezin re rû bi rû ne. Di dema grevên birçîbûnê de gelek mafên meşru hatin bidestxistin. Bi pêşengiya dayikên aşitiyê hêstiyariyeke civakî ava bû. Em ji wekî OHD li cem dayikan sekînîn. Pêdviyeke hiqûqî hebû. Em li gorî pîvanên hiqûqê tevgeriyan. Lê mixabin ji bo ku em li cem wan sekînîn der barê me de jî lêpirsîn û cezayên pere hatine birîn. Ji Wanê heta Amedê der barê gelek hevalên me de lêpirsîn hatine vekirin. Ev jî vê nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê hiqûq têk çûye. Lê em ji bo hiqûq û edaletê di nav hewldanan de ne.”
‘Em ê bi bilindkirina dengê edeletê bersiv bidîn êrîşan’
Ekînê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê li dijî bêhiquqiyê heta dawiyê tebikoşin û wiha bi dawî kir;” Cihê ku lê êrîş hebin, bêgûman têkoşîn ji dê hebe. Em ê wekî parezer heta dawiyê li dijî polîtîkayên têkbirinê tebikoşîn. Em ê vê têkoşîna xwe hem civakî hem jî bi awayê sazûmankarî bidomînîn. Li Stenbolê ji aliyê baroyan ve agirê nobeta edeletê hate pêxistin û ev bajar bi bajar dê bidome. Dê têkoşîna me ya edeletê ku ji bo mafên mirovahiyê, mafên zarokan, mafên jinan, mafên ajalan û mafên xwezayê bidome. Ev lêgerîna me ya edeletê dê li her derê belav bibe. Em ê bi daxwaza edaletê bersivê bidîn êrîşan.”