ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2019'AN

  • 09:00 31 Tîrmeh 2019
  • Rojev
*Salîhe Mislim 85 salî ye û 50 sal in jî li gundê Ziyaretê dijî. Salihê di sala 2014'an de ji ber êrîşên DAÎŞ'ê gundê xwe terk kir û piştî ku Kobanê rizgar bû carekdin vegeriya ser axa xwe. Salîhe, niha diçe serdana çalakiya mertalên zindî ya ku ji bo parastina sînorên xwe kon veda ne û got: "Ez bi hêvî me ku wê rojekê ev dîwarên şermê ji nava welatê me rabin û em ê bi gelên xwe re azad bijîn." BI DÎMEN
 
*Bi pêşengiya Kongreya Star, li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê du tîmên futbolê ku ji jin û zarokan pêk tê hatin avakirin. Lîstikvanên jin ên futbolê dan zanîn ku werziş di jiyanê de guhertinekê ava dike û gotin: "Werziş ruhê hevaltiyê  pêşve dixe û ew hevaltî jî me bi hêztir dike." BI DÎMEN
 
* Zarokên Efrînê yên ku li kampa Serdemê ya Şehbayê bi cih bûne, bi hatina betlana dibistanan re niha li konên xwe fêrî zimanê xwe dibin. Zarokên ku tevlî perwerdeyê bûne gotin: "Fêrbûna zimanê dayikê berxwedanek e û ziman nasnameya me ye."  BI DÎMEN
 
*5 otobûsên nû yên şaredariya Qamisloyê ketin xizmeta gel. Bi taybetî jin bi hatina otobûsan kêyfxweşîn û gotin: "Hatina otobûsan dê pirsgirêkên me yên rê çareser bike û em ê rihetir biçin bajêr." BI DÎMEN
 
*Li Tirkiyeyê li dijî parezeran zext û êrîş roj bi roj zêde dibin. Parezerên ku êdî  nikarin di dadgehan de parastinên siyasî bikin bi gefên mezin  re rû bi rû ne. Têkîldarî êrîşên li ser parezeran parêzera OHD’ê Ekîn Yeter axivî. BI DÎMEN
 
*Parlmanetera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar da zanîn ku şewata li Çiyayê Bagokê ya herî dawî hatiye jiyîn, li her derê Kurdistanê tê jiyîn û bi van polîtîkayan dixwazin herêmê bê bişewitînin, mirov bihêlin û wiha got: “Di navbera xwezayê de jî newekheviyê dikin. Divê sedem û zirarên van şewatan bê tespîtkirin.”BI DÎMEN
 
*Li bazara gel a Bostanliyê esnafên jin û yên dan û standinê dikin, diyar kirin ku rewşa wan ya aborî li gorî sala borî gelek xerab bûye û gotin: “Polîtîkayên şer, bandorê li ser krîza aboriyê dike. Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye.”BI DÎMEN
 
*Aktîvîst femînîst Berrîn Sonmez piştî mafê nefeqeyê daxuyaniyên ku Peymana Stenbolê hedef digire nirxand û got: “ Mêrên şîdetê li jinan dikin dixwazin Peymana Stenbolê bê feshkirin. Daxwaza feshkirina peymanê, daxwaza berdewamkirina şîdeta li hemberî jinê ye. Divê hemû jin ji bo peymanê têbikoşin.” BI DÎMEN