TJA’yê li Wanê starta ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ da
- 16:52 30 Tîrmeh 2019
- Rojane
WAN - Ji aliyê TJA'yê ve li Wanê starta kampanyaya çalakiyên 5 mehan ku wê bê li darxistin li gel hemû astengiyên polîsan bi moral û coşeke mezin hat dayîn.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî şîdeta li ser jnan, kuştin, îstîsmara zarokan û talankirina xwezayê kampanyaya ji bo 5 mehan bi dirûşma ‘Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ da destpêkirin. Li Wanê jî di çarçoveya vê xebatê de jinan xwest starta xebatên vê kmapanyayê li avahiya Navenda Çand û Hûnera Nudayê bidin, lê bi astengiya polîsan re rûbirû man piştî hemû hewlêdanan destûr nehate dayîn. Jin li dijî vê biryarê ketin meşê û bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” heta ber avahiya HDP’ê meşiyan. Starta kampanyayê bi tevlîbûna Meclîsa jinên HDP’ê, parezerên jin, rêxistinên HDP, DBP’ê yên navend navçeyan û hevşaredarên HDP’ê yên navçeyan li ber avahiya HDP’ê bi daxuyaniyekê hat dayîn. Jin bi kincên xwe yên kurdî tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Jin jiyan azadî" li serê hat vekirin daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê bi kurdî û tirkî hat xwendin.
Metnê bi Kurdî ji aliyê rêvebira HDP’ê ya Wanê Edîbe Babur û yê bi tirkî jî ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz ve hat xwendin.
'!Em ê li dijî tundiya mêr û dewletê têbikoşin'
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê li dijî tundiya mêr û dewletê heta dawiyê tebikoşin û wiha hate gotin:” Di pêvajoya çûyî de, me bi gelek jinan re li ser qadên cihê cihê nîqaş kirin, em li ser meseleya jinan axivîn, ji nêrîn û pêşniyazên ku derketin holê û ji encama ku me bi hemû pêkhateyên xwe re nîqaşkirin, wek TJA me biryar da ku em vê yekê wek kampanyayekê li dar bixin.Îro pergala kapîtalîst a mêrane, ji bo feraseta xwe ya netew-dewletê li ser piyan bihêle û jîndar bike hemû polîtîkayên xwe yên qirêj ên şerxwaz dide meşandin. Em pir baş dizanin ku forma netew-dewletêa pergala kapîtalîst, ji civakan re ne jiyaneke nû pêşkêş dike û ne jî hêviya siyaseteke nû dide civakan. Berevajî vê, Rojhilata Navîn dixe nava kaosekê û li ser vê jî dixwaze xwe jîndar bike. Ji bo vê jî, êrîşî hebûn, ziman, çand û baweriyên civakan dike, dewlemendiya civakên Rojhilata Navîn, ji bo xwe wek xenîmet dibîne û bi feaseta talangeriyê tevidgere. Em jin, van êrîşan wek li nirx û pergala me jinan hatibe kirin dibînin û em ê bêdeng nemînin.”
‘Parastin ne sûc e’
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hemberî polîtîkayên nijadperest ew ê têkoşîna xwe xurt bikin û ev tişt hat gotin;” Li hember polîtîkayên tundîparêz ên ku li hemû qadên jiyanê tên meşandin, parastina xwe kirin ne sûc e. Li hember polîtîkayên dewletê em ê parastina xwe bikin. Em diyar dikin ku li hember êrîşên li mafê me yê jiyanê hatine kirin hewce ye em parastina xwe bikin û em ê vê li her derê bînin rojevê. Polîtîkayên bêcezatiyê, pêşiya tundiya li jinan vedike û ev rewş bi destê desthilatdaran tê meşrûkirin. ”
'Tecrîd di heman demê de li ser civakê tê meşandin'
Di daxuyaniyê tcrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hat bibîrxistin û wiha hatin:”Tecrîda li ser Birêz Ocalan di şexsê wî de li hemû civakê tê meşandin. Jixwe hemû bêhiqûqiya ku li me tê kirin ji tecrîdê tê. Elbet ev bêhiqûqî tenê ne ji bo me ye, hemû qadên civakê girtiye nav xwe. Dixwaze karmendan, karkeran, xwendekaran, kesên ku aştiyê dixwazin, jinan,zarokan, bi kurtasî dixwaze her kesî bigire nav xwe. Lewma di kampanyayê de em diyar dikin ku em ê li hember van bêhiqûqiyan bêdeng nemînin, li kolanan, li kargehan, li meclîsê, li taxan ji bo aştiyê ava bikin em ê stratejiya rêya sêyemîn bingeh bigirin. Hêza pêşeng a vê stratejiyê jin e.Kampanyaya ku me îro da destpêkirin, dê heta dawiya meha Kanûnê berdewam bike.”
‘Em bang li jinan dikin ku li doara vê kampanyayê bibin yek’
Di dawiyê de hate gotin ku ew ê li gel xebatên kampanyayê rê û rêbazên nû yên têkoşînê ava bikin û daxuyanî wiha hat bidawîkirin;” Em ê modernîteya kapîtalîst rexne bikin. Ji bo mêr biguherin û veguherin em ê çalakiyên hişmedkirinê li dar bixin.Ji bo pirsgirêkên ku ji ber dagirkerî, koçberî û şer derketine holê plansaziyeke piralî bikin.Li hember êrîşên li jinan em ê hewl bidin ku parastina jinan bandorker bikin.Di temamê meha Mijdarê de ji bo têkoşîna bi tundiya li jinan re em ê çalakiyan li dar bixin.Di temamê meha Kanûnê de ji bo mafên mirovan li hember bêhiqûqiyê, bi taybetî jî bêhiqûqiya ligirtiyên siyasî yên jin em ê kampanyayeke birêxistin li dar bixin. Em ê li kolanan stranên azadiyê bistrên.Em ê tarûmarkirina ekolojîk bisekinînin.
Em ê kincê kar li xwe bikin û nobedê bistînin.Em ê bi zimanê xwe hefte û bernameyên çandî li dar bixin.Em ê bi platformên jinan re hevkarî bikin û ji bo qadên jinan ên jiyanê vebin plansaziyan çêkin.Ji bo vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku li derdora vê kampanyayê bibin yek.Em ê tev bi hev re bibêjin;Jiyan bi rengê jinan xweş e.Jin, Jiyan, Azadî.Jin Jiyan e, Jiyanê Nekuje”
Piştî daxuyaniyê jinan êrîşa zayendî ya ku li navçeya Rêya Armûşê li dijî zaroka 9 salî hat kirin jî şermezar kirin. Bernamê bi tiliyên jinan û dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “ Li dijî îstîsmarê tu jî serî hilde” bi dawî bû.