ÎHD'ê Rapora xwe ya Binpêkirina Mafan a 6 Mehan aşkera kir
- 16:18 30 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - ÎHD’ê Amedê rapora 6 mehan a bipêkirina mafan a li bajarên herêmê eşkere kir. ÎHD’ê ragihand ku binpêkirina mafê jiyanê, girtiyan, jinan û zarokan zêde dibin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê “Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a 6 Mehên 2019’an a Bajarên Herêmê” bi civînek çapemeniyê li avahiya xwe eşkere kir. Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD’ê Rahşan Bataray daxuyanî da û rapor eşkere kir. Rahşan da zanîn ku ji ber polîtîkayên tund ên hikumetê li herêmê binpêkirina mafan bi zêdehî dewam dike û şerê li herêmê bangorek neyînî li ser mafê jiyanê dike û li pêşiya bikaranîna vî mafî dibe asteng. Rahşan biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê akademîsyenên aştiyê de da jî bi bîr xist û got KHK’iyên di çarçoveya OHAL’ê de hatin weşandin li dijî peymanane û mînaka şênber a binpêkirina mafan e.
Rahşan bi bîr xist ku li Rihayê îşkence zêde dibe û got: “Ev îşkence bandorê li ser mafan dike. Di meha gulana 2019’an de di serdegirtina malan de yên li Xelfetî û Pirsûsê komek welatî hatine îşkencekirin. Heta niha derbarê berpirsan de tu lêpirsînek nehatiye kirin.”
'Bi hezaran girtî nexweş in'
Rahşan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got 458 girtiyên rewşa wan giran hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Bataray da zanîn ku li girtîgehan her cûre zext, şidet û binpêkirina mafan pêk tê û ev yek bi awayek sîstematîk didome.
'Hevdîtin bibûn sedema hêviyan'
Rahşan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Hevdîtinên li gel Ocalan îhtîmalek dê pêvajoya diyalogê bide destpêkirin danîbû holê. Ev ji mehekê zêdetir e parêzer bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin. Malbat jî nikare biçe hevdîtinê.”
Êrîşên li ser cenazeyan
Rahşan bal kişand ser binpêkirina mafan a li dijî cenazeyan û got cenazeyên li qadên şer nadin malbatan û binpêkirin li dijî cenazeyan pêk tê. Bataray got ji ber opersyonên eskerî şer dikeve û ev operasyon dibe sedema şewatê û xweza tê talankirin.
Tundiya li dijî jinan zêde bûye
Rahşan anî ziman ku di 6 mehên salê de tundiya li dijî jinan zêde bûye û didome û bi dehan jin di encama şideta zilaman de hatine qetilkirin. Bataray diyar kir ku binpêkirina mafên zarokan jî bênavber didome û ev binpêkirina mafên zarokan her roja ku diçe zêde dibe. Rahşan da zanîn ku çekdarkirina kesan di nava 10 salan de herî kêm 10 qat zêde bûye û ji sedî 85 bêruhsat bi giştî 25 milyon çekên takekes hene.
'Pirsa herî girîng li Tirkiyeyê ya kurd e'
Rahşan destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û wiha got: “Ji ber ev pirsgirêk nayê çareserkirin rûxandinên giran didomin. Feraseta îktîdarê ya şer û rêbazên wan bingeha her cûre krîzê ye. Tevî vê yekê jî îktîdar di polîtîkayên şer de israr dike û her cûre krîzên li welat kûrttir dike. Opersyonên eskerî yên li derveyî sînor û li hundirê welat jibera 40 salane û heta niha nêzî 30 operasyonên wisa hatine kirin lê tu heb negihîştiye çareseriyê ji bilî zirarê bide însanan kêrî tiştekî nehatiye.