Nivîskara kurd Gulgêş Deryaspî hat girtin
- 15:02 30 Tîrmeh 2019
- Rojane
BEDLÎS - Di çarçoveya operasyona ku li Bedlîsê pêk hat de nivîskara kurd Gulgeş Deryaspî ya derxistin dadgehê hat girtin.
Di encma operasyona ku li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê li Bedlîs û navçeyên wê hat kirin de 25 Tîrmehê di nava 9 kesên ku hatin binavkirin de wêjevana kurd Gulgêş Deryaspî jî hebû. Guşgeş Derya spî bi îdaya "endamtiya rêxisitnê" pitî derxistin dadgehê hat girtin.
Piştî biryara girtinê Gulgêş birin Girtîgeha Tîpa E ya Bedlisê. Parêzerê Guşgêşê diyar kir ku biryara girtina Guşgêşê neheqî û zordarî ye û got ku dê îttîrazî biryara girtina wê bikin.
Gulgêş endamê PEN'ê ye û berhemên wê yên bi navê "Tariya Bi Tav", "Xezal" û "Ez Ne Ezim" hene.