4'emîn salvegera rizgarkirina Sirînê bi şahiyekê hat pîrozkirin
- 15:01 30 Tîrmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ - 4'emîn salvegera rizgarkirina Sirînê bi şahiyek hat pîrozkirin. Bi sedan şêniyên Sirînê tevlî şahiyê bûn.
Bi pêşengiya Meclîsa bajarokê Sirînê şahiyek li dibistana seretayî hat lidarxistin. Di cihê şahiyê de wêneyên Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên azadiyê, alên YPJ/YPG'ê û QSD'ê hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Semîra Wilo axifî û wiha got: "Em di meha tîrmehê de ne ev meh ji bo me meha serkeftinê ye, ji ber ku şoreşa 19'ê tîrmehê şoreşa jinê bû û gelek deskeftî bi dest xistin."
Paşê li ser navê Meclîsa Leşgerî ya Kobanê Ezîz Mistefa axivî û wiha got: "Em 4'emîn salvegera rizgarkirina bajarokê Sirînê li gel pîroz dikin, ji ber ku bi sedan têkoşerên azadiyê xwîna xwe di vê axê de rijand û gel ji hovitiya çeteyên DAIŞ´ê xilaskirin, em soz didin hemû cangoriyên azadiyê ku em ê şopa wan berdewam bikin."
Li ser navê Meclîsa Bajarokê Sirînê Mistefa Mislim jî da zanîn ku me gelek bedel dan û em ê hîn jî bidin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Bi saya berxwedana qehremanên bajar em rizgar bûn. Hêzên me karibûn hovitiya terora çeteyên DAIŞ'ê xilas bike, li bajarê Kobanê destpêkirin û li Baxozê jî dawî li DAIŞ´ê anîn."
Hêjayî gotinê ye ku bajaroka Sirînê di 27´ê tîrmeha 2015' an de hatibû rizgarkirin, lê ji ber ku cihên xwe di çalakiyên mertalên zindî de digirin îro şahî li dar xistin.