Çalakiya mertalên zindî yên li herêma Firatê didomin
- 14:37 30 Tîrmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ - Çalakiyên Mertalên Zindî yên gelên herêma Firatê li dijî gefên Artêşa Tirk berdewamin.
Gelên Kantona Girê Spî û Kantona Kobanê çalakiya xwe ya mertalên zindî ya ku li dijî Arteşa Tirk pêk hatî didomin. Çalakiya mertalên zindî, li gundê Qeremoxê di roja 14'an de ya li gundê Ziyaretê di 12'an û her wiha ya li taxa El Munbetihê ya Kantona Girê Spî jî di roja 13'an de didomin.
Çalakiya gundê Qeremoxa li Rojhilatê Kobanê ye di roja 14'an de berdewame. Îro jî şênî, sazî, komîn û meclîsên navçeya Çelebiyê ya Kobanê nobet girtin.Li ser navê Rêveberiya Meclîsa Navçeya Çelebiyê Kurdo Xelîl axivî û wiha got: "Heta ruhê welatparêziyê di nava gel de hebe, wê dewleta tirk nikaribe gavekê jî bavêje Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."
Her wiha di heman çarçoveyê de çalakiya gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Qindê li Rojavayî Kobanê di roja 12'an de bi nobeta gundê Xurxurê, Cibilferac û Mişko yên Rojavayî Kobanê berdewam dike. e.
Her wiha çalakiya mertalên zindî ya li taxa El Munbetihe ya Kantona Girê Spî jî ku di roja 13'an de ye.