Ji Parêzerên Adbullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan
- 13:20 30 Tîrmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç,, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2’ê Gulanê de, di 22’ê gulanê de, di 12’ê hezîranê de û di 18’ê heziranê de bi giştî 4 caran bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.
Parêzerên Ocalan piştî hevdîtina 18’ê Hezîranê, bû 10 car serlêdan dikin, lê bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên wan nayê dayîn.