Li Cizîrê civînên gel berdewam in: Em birînên xwe bi hev re bikewînin
- 11:24 30 Tîrmeh 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Şardariya Cizîrê ya HDP'ê civîna xwe ya gel a duemîn li Taxa Cûdiyê li dar xist. Hevşaredarê ku teli civîna gelek kes tê de kom bûn de axivîn diyar kirin ku ew hêza xwe ji gel distînin û ev tişt gotin: "Em ê birînên xwe bi xwe bikewînin'
Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê, ji bo ku pirsgirêkên gel guhdar bike û bi be çareserî ku starta civînên gel di rojên borî de da duemîn civîna xwe ya bi gel re jî li Taxa Cûdiyê pêk anî. Di civîna ku gelek kes lê kom bû Hevşaredarên Cizîrê Bêrîvan Kutşu û Mehmet Zirix û rêvberên HDP'ê yên Ciîzrê jî tevli bûn.
'Hêza me ya sereke gel e'
Di civîna ku rapora kar û xebatê ya 4 mehan hat parvekirin de Hevşaredar Bêrîvan Kutlu bal kişand ser texrîbatên di dema qeyûn de û wiha got: "Hêza me ya sereke gel e. Soza ku me ji gelê xwe re daye em ê bi cih bînin. Em ê pirsgirêkên pêk bên bi gelê xwe re çareser bikin."
'Şardarî cihê çareseriya pirsgirêkên gel e'
Hevşaredara Mehmet Zirix jî bal kişand ser dîroka bajêr û got li her kolan û taxê hem kêfxweşî hem jî hêş hatine kişandin. Mehmet got divê ku gel şaredariyê wekî mala xwe bibîne û ev tişt got: "Em pirgirêkên mala xwe dizanin. Ji bilî me tu kesek dun nizane Em pirsgirêkên mala xwe bi xwe çareser bikin."
Piştî axaftinan welatiyan pirgirêkên heyî bi gel re parve kirin.