Heznê Arslan: Edaleta vê cîhanê ka li ku ye

  • 09:08 30 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Jina bi navê Heznê Arslan a ku jiyana wê tim di nav şert û mercên zor û zehmet de derbas bûye, beriya 4 salan di qedexeya derketina kolanan de 2 zarok û birayek wê di bodruman de hatin qetilkirin. Heznê ya ku 4 sal in cenazeyê keça xwe digere û wiha dibêje:  “Xwezî gora keça min jî hebûya ez têr bigiriyama.” Heznê ji bo êşa xwe sivik bike li ser zarokên xwe stranan vedibêje."
 
Heznê Arslan 46 saliyê û li gundê Deştalale yê girêdayî herema Gabar a navçeya Cizîra Şirnexê dijî. Heznê hêj di temenê 14 saliyê de bi zorê hatiye zewicandin. Di 18 saliya xwe de bû dayik û niha dayika 9 zarokan e. Jiyana Heznêyê her tim di nav şert û mercên zehmet de derbas bûye. Her wiha di salên 90’î de xwestine malbat bibe cerdevan û zext li wan hatiye kirin. Ji ber zext û zordariya dewletê di sala 1993'an de berê xwe dane Cizîra Şirnexê.  Heznê di 4 sal beriya niha li Cizîrê 2 zarokên xwe û birayê xwe winda kir. 
 
Heznê ya ku piştî li Cizîrê bi cih bûye li vir jî jiyana wê di nava zehmetiyan de derbas bûye. Heznê, ji bo debara malê hem li derve dixebitî û hem jî li malê karê rojanê dikir. Di nav zor û zehmetiyan de zarokên xwe mezin kiriye û aniye heta wan rojan. Her wiha hevjînê Hezneyê her tim li derveyî bajar kar kiriye û ji ber wê jî zorak baş bavê xwe nas nakirine. 
 
3 Cenaze û 3 êşên cuda...
 
Heznê, bi keda salan ji xwe re di sala 2011’an de xaniyek kiriye. Hezne piştî ku bû şahidê salên 90'î, 4 sal beriya niha dîsa bû şahidê heman bûyeran. Jiyana Heznê her tim di nava şer de derbas bûye. Heznê, diyar kir ku di nava şert û mercên xirab de zarokên xwe mezin kirine û wiha got: "Zarokên min ên bi navê Hacer û Mehmet Saît Aslan di bodrumên yekemîn ên Cizîrê de hatin qetilkirin. Wê demê kes nikaribû derbikeve kolanan. Kolan hatibûn qedexekirin.  Ceyran û av hatibûn birîn, malên me dihatin bombekirin. Li ber çavên me jinekê du canî hat kuştin. Di bodruman de ew qas bangawazî li hemû cîhanê hat kirin ji bo alîkariya wan bê kirin. Lê hemû cîhan li hember vî komkujiyê bêdeng man. Îro ev cîhan jî hevkarê vî komkujiyê ye. Wê demê keç, kur û birayên min jî di bodrûman de bûn. Ew jî di bodrûman de hatin qetilkirin. Lê min wê demê hîn nizanibû ku kurê min jî hatiye qetilkirin. Min ji bo keça xwe xwîn da lê belê cenazeyê kurê min derket. Navê birayê min jî Selîm Tura ye.”
 
‘Edaleta vî cîhanê ka li ku ye’
 
Heznê, bi çavên girî got ku wê tu carî ji edalet û wekheviya Tirkiyeyê femnekiriye û wiha pêda çû: “Dema behsa edaleta Tirkiyeyê tê kirin mêjiyêmin diêşê. Vî dewletê welatiyên xwe kuşt. Edaleta vî dinyayê ka li ku ye. Tu kes nizane ku çi hatiye serê me û me çi jiyaye. Li ser êşa zarokên xwe min xwest ku xwe bikûjim, lê belê nehîştin.”
 
‘Xwezî gora keça min jî hebûya’
 
Heznê ya ku ji zaroktiya xwe heta vî temenê jiyana wê tim di nav şer de derbas bû ye û du zarokên xwe di bodrûmên Cizîrê de winda kiriye, li ser zarokên xwe  bi xwe stran nivîsiye û  bi stranan xwe êşa xwe sivik dike. Heznê bi dil şewatî û stêrkên çavên xwe ve ev tişt tîne ziman: “ Piştî zarokên min hatin qetilkirin derûniya min xirap bû û ez nizanim ku ka dijîm an na. Ez dema behsa vî çîrokê dikim bi girî xilas dikim. Zarokên min tu carî ji bîra min naçin û dê tu carî jî neyên ji bîr kirin. Divê ez îro ne saxbûma. Divê ez jî li gel zarokên xwe bûma. Saxbûna min ji bo min mirine. Niha gorên kur û birayê min kêleka hev in. 4 sal in ez cenazê keça xwe digerim. Dema ez diçim goristanê dibêjim xwezî gora keça min jî hebûya, ez bihatama ser gora wê têr bigiriyama. Min soz da zarokên xwe ku ez ê tu carî li hember dijmin serî netewînim. Ez ê tu carî kêfa neyaran neynim. Ji ber vî jî ez êşa xwe bi tenê stranan tînim ziman.”