Rêxistinên siyasî yên Wanê: Gelê Wanê bi qedexeyan tê rêveberin

  • 09:07 30 Tîrmeh 2019
  • Rojane
WAN - Her ku li  Tirkiyeyê OHAL hatiye rakirin heta niha li Wanê ji ber qedexeyên Walitiyê ne gel ne  saziyên sivîl û ne ji  partiyên siyasî dikarin xebatan bidin meşandin. Jinên  ji partiyên siyasî û saziyên sivîl nerazîbûn nîşanî qedexeyên walî dan. 
 
Li Tirkiyeyê Rewşa Awarte(OHAL) di fermiyetê de hatiye rakirin, lê piştî ku hatiye rakirin û şûnde li Wanê qedexeyên walitiyê berdewam dikin. Jinên ji partiyên siyasî û saziyên sivîl bertek nîşanî helwesta walî dan û gotin ku Waliyê Wanê bi qedexeyan dixwaze dengê gel qut bike û Wanê bi qedexeyan rêve bibe. 
 
‘Bajar hatiye dagirkirin’
 
Rêvebera HDP’ê ya Wanê Edîbe Babur bi lêv kir ku ew qedexeyên Walî wekî dagirkerina bajêr dinirxîni û wiha axivî;” Li Tirkiyeyê di fermiyetê de OHAL hatiye rakirin lê  li Wanê OHAL didome. Waliyê Wanê bi îlankirina qedexeyên keyfî bajêr rêve dibe. Em baş dizanîn ku biryara îlankirina  qedexeyan ne tenê bi destê walî ye û hêzên cuda fermana van qedexeyan didin. Em wekî partiya siyasî nikarîn xebatên xwe bidîn meşandin. Ji ber qedexeyên walîtiyê bajar hatiye dagirkirin. Em partiyeke sîyasî ne û pêwîstî bi xebatan heye. Lê mixabin em her tim bi qedexeyên walî re rû bi rû dimînîn. Ev tiştê ku walî dike zordarî ye, Zilm e û  bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em vê helwesta walî rexne dikîn. Gel vê qebûl nake û li dijî van pêkûtiyên walî bi bertek e. Her qedexeyeke wan ji bo kurdan re derbasdar e. Çima ew zextên li ser bajarê Wanê li rojavayê Tirkiyeyê ninin? Bifikirin tehemûla wan ji konsereke kurdî re ji tune ye. Mirov evqas biçûk nabe. Em li ber avahiya xwe daxuyaniyê didin derdora me bi hezaran wesayitên zirxî û TOMA’yan tê girtin. Ev tişte ne exleqî û ne jî wijdanî ye. Em qedexeyên walî qebûl nakîn û şermezar dikîn.” 
 
‘Gelê Wanê bi qedexeyan tê rêveberin’
 
Endama dîwana KCD’ê Mukaddes Karakoç ji bal kişand ser qedexeyên Walî û got ku li Wanê 2016’an de heta niha OHAL  heye û wiha got:” Li Wanê ji 2016’an heta niha OHAL didome. Gelê bajêr  bi qedexeyan tê rêveberin. Her sal ev qedexe 3 meh didomin. Destûr nadin ku gel ne bernameyên civakî û ne ji bernameyeke siyasî pêk bîne. Ev qedexe bi taybetî ji li bajarên kurdan tên meşandin. Karê walî ji xeynî dagirkeriyê zêdetir tiştek din nine. Em vê helwesta walî qebûl nakîn. Em  hem jinên Wanê, hem ji pêşengên Wanê em dibêjîn bila Walî van qedexeyên li ser bajarê me rake. Ev kêmasiya dewletê ye. Azadiya gel tê binpêkirin û destûr nadin ku gel rehet tevbigere. Em bang li walî dikîn û dibêjin van qedexeyan bi dawî bike.”
 
‘Bi zextan û qedexeyan ew ê nikaribin dengê gel qut bikin’
 
Aktîvîsta TJA’yê Dîlan Yildiz ji anî ziman ku li Wanê OHAL nehatiye bi dawîkirin û wiha dom kir;” Ji aliyê Walitiya Wanê ve her meh qedexe li bajarê me tên îlankirin. Bi minesebetên cuda qedexeyan îlan dike. Her çalakî û her bernameyek tê qedexekirin. Ev jî wê nîşan me dide ku ji hêza gel ditirsin. Lê bi zextan û qedexeyan ew ê nikaribin dengê gel qut bikin. Bi polîtîkayên bêdengkirin û êrîşkirinê li Wanê hewl didin li ser piyan bimînin. Em wekî gelê Wanê van qedexeyan qebûl nakîn û divê teqez polîtîkayên qedexekirinê bi dawî bibin.”