Gulcîhan Şîmşek: Êzidî li kampan bi zor û zahmetiyan re rûbirû ne
- 09:04 30 Tîrmeh 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
AMED - Endama Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Zordestiyê re Rûbirû man, Gulcîhan Şîmşek, destnîşan kir ku kurdên êzidî li kampan di şertên zehmet de dijîn û wiha got: “3’ê Tebaxê di alî hiqûqî de divê roja qirkirinê bê îlankirin.”
Çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li hember Şengalê êrîş pêk anîn û bi hezaran kurdên êzidî di vê encamê de ji warê xwe bûn. Êzidiyên koçber bûn di şertên zehmet de jiyana xwe berdewam dikin û rastî êrîşan tên. Êzidiyên li kampên Tirkiyeyê û herêmê dimînin ji hemû mafên xwe bêpar dimînin. Endama Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên bi Zordestiyê re Rûbirû mane, Gulcîhan Şîmşek, tiştên ku êzidî dijîn û armanca avabûna platformê vegot.
‘Li dijî êrîşan têkoşîna jinan’
Gulcîhanê da zanîn ku platform di 5’ê cotmeha 2015’an de hatiye avakirin û got armanca avakirina platformê ew e ku li dijî şîdeta di dema şer de bi şîdetê re rûbirû mane têbikoşin. Gulcîhanê wiha got: “Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Şengalê de jin bi tacîz, tecawiz û firotinê re rûbirû man. Ev platform ji bo van jinan hat avakirin. Armanca platformê ewe ku li dijî polîtîkayên şîdetê têbikoşin. Em li dijî êrîşan têkoşîna jinê diparêzin.”
‘7 hezar jin rastî qirkirinê hatin’
Gulcîhanê got di êrîşa li hember Şengalê de bi sedan jin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin û li bazarên koleyan hatine firotin û got: “Êzidî bi zor ji cihên xwe hatin kirin. Divê NY vê wek qirkirin qebûl bike. Lê hîna tiştek wisa nebûye. Em jî wek platform têkoşîna vê didin. 7 hezar jinên êzidî di qirkirinê re hatin derbaskirin û revandin. 3 hezar jinên êzidî hîna di destê DAIŞ’ê de ne.”
‘Jin rastî zextan tên’
Gulcîhanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku êzidî ji ber bawerî û nasnameya xwe bi dehan carî rastî êrîşan hatine û got: “Civaka êzidî heta niha 73 caran bi qirkirinê re rûbirû maye. Li kampan jiyana xwe berdewam kirin. Ewlehiya wan tune bû. Nikaribûn vegerin. Me wek platform ev pêvajo şopand. Kampên Amed, Êlih û Mêrdînê di bin kontrola me de bûn. Li kampên AFAD’ê êzidiyan zehmetiyên mezin kişandin. Em diçûn serdana wan. Jinên ciwan rastî zextên taxê dihatin. Rojên borî em çûn kampa Êlihê. Di şertên gelek zehmet de dijîn. Ceryan tune û nadin. Sedema wê jî nerazandina fatureyan e.”
‘Rojane bi 50 lîra dixebitin’
Gulcîhanê daxuyakirin ku ciwan rojane bi 50 lîrayî dixebitin û mehane tenê hezar TL qezenc dikin û got ev şertên ku tê de dijîn nayê qebûlkirin. Gulcîhanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Jinên êzidî travmayek mezin jiyan. Em vê hîs dikin. Bi sedan jin li cihên dur dijîn. DAIŞ jinan hepsî malê dike. Em bang li hemû kesî dikin ku xwedî li 3’ê Tebaxê dervin û silavê bişînin Şengalê. Divê em kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin û divê her kes spî li xwe bike û kurdaleya reş girêde. Xebata me ya pêşangehekê jî heye. Em banga piştevaniya bi jinên êzidîre dikin.”