Penaberên Sûriyeyê dixwazin şûnde vegerin
- 09:03 30 Tîrmeh 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Sûriyeyiyên ku ji ber şer neçar man axa xwe terk bikin, ligel pêkanînên newekheviyê û nîjadperestiyê, herî dawî der barê wan de li ser vegera wan nîqaş hatin destpêkirin. Sûriyeyiyên ku naxwazin di bin şertên giran de li vir bimînin, dixwazin vegerin.
Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê li Tirkiyeyê 3 mîlyon 630 hezar û 575 Sûriyeyî di bin parastina demborî de ne û ji van jî 144 hezar û 230 li Îzmîrê dijîn. Walîtiya Stenbolê ji bo kesên Sûriyeyî vegerin bajarên lê ne heta 20’ê tebaxê dem da. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî da zanîn ku penaberên Sûriyeyê yên qeyda wan tune neçarin di bin kontrolê de bigirin û got wê kaçaxan jî bişînin kampan. Penaberên Sûriyeyê yên ji geşedanan agahdar bûn, dan zanîn ku şertên wan ne başin.
‘Xeyalên wan hene’
H.N ya Sûriyeyî ku li Komeleya Piştevanî û Perwerdehiyê ya Civakî ya Ciwanan ku ji bo zarokên di navbera 4-6’and e bernameyên Erebî pêk tîne, 6 sal berê ji Şamê ji ber şert û mercan tê vir. H.N. bi saya xizmên xwe tê Rihayê û li vir 4 salan dimîne û 2 sale jî li Îmzîrê dimîne. H.N. ewil bi alîkariya cîranên xwe li ser piyan disekine û wiha got: “Ez mamosteya pêş dibistanê me. Zarok li vir diçin dibistanên tirkî. Sê meh betlanê jî tên vir. Ji bo pêşeroja xwe jî pîşeyê dixwazin. Lê li aliyekî jî divê ziman û çanda xwe fêr bikin. Em dixwazin li vir bijîn. Ji ber mala me tune ye. Em biçin ku derê?”
‘Zarok naxwazin vegerin Sûriyeyê’
Zaroka bi navê Îsra ya 10 salî dixwaze li Tirkiyeyê dibistanên erebî hebin û 5 sale li Tirkiyeyê ye. Ez tirkî baş nizanim. Nikarim xwe îfade bikim. Ez axa xwe mereq dikim lê naxwazim Tirkiyeyê mereq bikin. Min bavê xwe di şer de winda kir. Ez û xwişk û dayika xwe hatin vir. Dayika min li malê karê dirûna fabrîkayê dike.”
Meîs a 15 salî jî bi lêv kir ku piştî bavê xwe winda kirine yanî 4 sal berê ji Şamê hatine Tirkiyeyê û got ew naxwaze vegere. Meîsê da zanîn ku beriya şer jiyana wan gelek xweş bûye û got niha li vir havînan alîkariyê dide dayika xwe û di bernameyên komeleyê de jî dibe alîkar. Meîsê got ew dixwaze bibe doktor û ji ber vê jî divê Tirkî fêr bibe.
M.R. jî destnîşan kir ku 4 sal berê ji ber şer ji Helebê hatine û got pirsgirêka wan a herî mezin dîtina xaniye û got: “Dema em nû hatin me 4 mehan kar nedît. Me li marketeke kesekî Sûriyeyî kar dît. Em naxwazin vegerin Halebê. 7 zarokên min hene em ji tu alîkariyê fêdeyê nagirin û em nikarin biçin nexweşxaneyê. Em nikarin kirêya mala xwe bidin.”