Gel bi yek nêrînê dagirkeriyê qebûl nake

  • 16:12 29 Tîrmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Mertalên Zindî ku li dijî êrîşên dewleta tirk çalakiya konvedanê li dar xistin çalakiya xwe berdewam dikin û serdana kon a ji aliyê welatiyên herêmê ve jî berdewam dike.
 
Di bin dirûşmeya "Em welatê xwe diparêzin" Mertalên Zindî li gundê Qeremux li dijî êrîşên dewleta tirk çalakiya konvedanê li dar xistin û çalakî di roja 13'an de li Herêma Firatê nêzî sînor berdewam dike. Bi heman armancê li  gundê Ziyaretê jî heman çalakî hat destpêkirin û ew jî di roja 11'an de  berdewam dike. Herwiha  li  Girê Sipî jî çalakiya Mertalên Zindî ku hat destpêkirin di roja 12' an de berdewame. Bi serdana dehan ji gel, sazî,heyetên ji bajarê Reqqa, Tebqa, Kobanê   û dezgehên Rêveberiya xweser çalakiya mertalên zindî didome.
 
'Em jiyaneke wekhev dijîn'
 
Çalakiya ku her roj tê dewerkirin bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan ya Kantona Girê Sipî Necah Mihemed axivî û wiha got: "Li bajarê Girê Sipî hemû pêkhate jiyaneke wek hev dijîn, Lê Erdogan jî dixwaze vê projêya netewa demokratîk tevlihev bike. Gelê me amede ye li hemberî faşîzmê bisekinê. Çawa ku YPJ/YPG'Ê çeteyên DAIŞ'ê têk birin em ê jî dewleta Tirk têk bibin. Em gelê vê herêmê bi awayekî hêsan axa xwe bernadin.  Ji ber ku me ev ax bi xwîna têkoşerên azadiyê rizgar kir."
 
'Em axa xwe bernadin'
 
Paşê li ser navê Kongreya Star Fewza Ebdî jî axivî û wiha got: "Em axa xwe diparêzin ji ber ku ev ax berxwedêran diyarî me kiriye. Me bi xwîna têkoşerên azadiyê axê xwe parast û em ê îro jî bi rihê berxwedana wan axa xwe biparêzin û xeyalên wan zindî bikin.." 
 
Li ser navê jinên bajarê Reqqa jî  Xaliya Kijwan axivî û got: "Dewleta tirkî bi cureyên cuda cuda dixwaze axa Bakur û Rojhilatê Suriyê dagir bike, lê gel vê yekê baş dizane ku armanca dagirkeran çi ye û çi dixwezin. Ji ber vê jî em weke jinên Reqqayê me dest bi hemleya  'Em welatê xwe diparêzin' kir û em ê bi hev re vê hemleyê berdewam bikin."
 
Çalakî bi bernameyên cuda cuda didomin.