'Jinên êzidî ji bo civakek azad di nav hewldanan de ne'

  • 12:32 29 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Hevseroka Meclîsa Xwaseriya Demokratîk ya Şengalê Xezal Reşo diyar kir ku jinên ezidî bi 74 fermanan re rû bi rû man û her tim vîna wan hat şikandin û got: "Lê niha jinên êzidî bi hewldana xwe dixwazin civakek azad bi afirînin û xwe bi rêxistin bikin."
 
Di 3'yê tebaxê sala 2014'an de li hemberî civaka Êzidiyan fermanek pêk hat û di fermanê de jin û zarok hatin revandin. Bi hezaran jin û zarok li kolanan hatin firotin. Piştî Şengal ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin gel carek din vegeriya ser axa xwe. Niha li Şengalê bi taybetî jin xwe bi rêxistin dikin û bi her awayî tevlî jiyanê dibin. Di 14'ê tîrmehê de Meclîsa Xwaseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) kongreya xwe ya 2'yemîn li dar xist. Di kongreyê de Xezal Reşo wekî hevsoroka MXDŞ'ê hat bijartin. Ev tişt ji bo civak û jina êzidî girîng bû. 
 
'Jin bûn pêşengên civakê'
 
Hevseroka MXDŞ Xezal Reşo derbare hilbijartinê, kar û xebatên jinê de wiha axivî: "Ji bo min kêyfxweşiyeke ku ez wekî hevserok hatim hilbijartin. Jinên êzidî bi 74 fermanan re rû bi rû man û bê vîn hat hiştin. Jina êzidî xistin nav çar dîwaran. Lê îro em weke jinên êzidî bûn pêşeng. Em carek din dibêjin ku hêza jinê heye ku her karî bike."
 
'Ji bo jinê pergala hevserokatiyê girîng e' 
 
Xezal, bal kişand ser zor û zehmetiyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mêr çawa dikare serokatiyê bike jin jî dikare serokatiyê bike ji ber vê jî pergala hevserokatiyê ji bo me jinan girîng e. Em niha li ser vî esasî perwerde didin jinan. Bi proje, xebat û perwerdê em ê hewl bidin ku ku jin ji koletiyê bê rizgarkirin. Em ê bi fikra azad civaka azad bi afirînin. Em herî dawiyê bang li hemû jinan dikin ku bila tevlî xebatan bibin û xwedî li keda xwe derkevin. Ji ber ku ya herî zêde zor û zehmetî dîtiye jin e."