Li Lûbnanê bernameya bîranînê hat lidarxistin

  • 11:48 29 Tîrmeh 2019
  • Rojane
BEYRÛD - Kurdên li Beyrûdê dijîn, bi minasebeta salvegera teqîna Qamişlo û komkujiya Til Hasil û Pirsûsê bernameya bîranînê li dar xistin. 
 
Li Lûbnanê bi minasebata salvegera teqîna Qamişlo û komkujiya Til Hasil û Pirsûsê bernameya bîranînê li hola Cenah a Beyrûdê hat lidarxistin. Wêneyên kesên ku di komkujî û teqînê nê de jiyana xwe ji dest dan li holê hatin daliqandin. Her wiha wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star û Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem jî hatin daliqandin. 
 
'Li dijî hovîtiyê têkoşîna xurt dê bê dayîn'
 
Bernameya bîranînê bi degeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di bernameyê de endamê Rêveberiya Tevgera Civaka DemokratîK Tev-Dem Ebdilselam Ehmed û berdevkê Kurdên Lûbnanê Mehmûd Hesen axivîn. Di axaftinên xwe de bal kişandin ser dagirkeriyê û wiha gotin: "Hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê gihaştiye astekê ku êdî wijdana mirovatiyê qebûl neke. Sîstemên desthilatdaran her tim vîna Gelê Kurd ji xwe re dikin hedef. Ji ber ew nikarin di cengan de bi kurdan re şer bikin. Bi  kiryarên qirêj, êrîş, komkujî û teqînan dixwazin Gelê Kurd tune bikin. Em wekî kurdên Lûbnanê dibêjin ku her çiqas hovîtiya dijmin mezin be jî, ewqas jî têkoşîna me xurt be. Bi van kiryaran tu kes nikare Gelê Kurd tune bike."
 
'Em ê li ber xwe bidin'
 
Her wiha li ser navê Kongreya Star Kîbar Husên jî axivî û wiha got: "Sîstemên xwîn mij ji bo ku welatan dagirbikin berê xwe didin aramiya gelan. Dixwazin tim gel di nava şeran de bihêlin. Ji bo wê jî ewlehiya herêmê têk dibin û projeya Netewa Demokratîk dixetimînin. Em dibêjin hûn tucarî nikarin me xelas bikin em hene, hêza me gelê me ye, soza me cangoriyên me ne heya dawiyê em ê nehêlin hûn dest bavêjin nirxên me û em ê li ber xwe bidin."
 
Bîranîn bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" û "Berxwedan jiyane"  bi dawî bû.